YPG: Operasyona Şehîd Hogir Feraşîn bi serketî qediya

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku operasyona "Şehîd Hogir Feraşîn" a di 8'ê Nîsanê de li başûrrojhilatê Kobanê hat destpêkirin bi awayekî serketî bi encam bû û tevî 9 gundan gelek nuqteyên stratejî hatin azadkirin, 31 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku operasyona "Şehîd Hogir Feraşîn" a di 8'ê Nîsanê de li başûrrojhilatê Kobanê hat destpêkirin bi awayekî serketî bi encam bû û tevî 9 gundan gelek nuqteyên stratejî hatin azadkirin, 31 çete hatin kuştin.

Berxwedana Kobanê ya li hember hewldanên dagirkeriyê yên çeteyên DAIŞ'ê, di roja 211. de bi operasyonan dewam kir. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn, ku operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya li başûrrojhilatê Kobanê di 8'ê Nîsanê de hatibû destpêkirin, bi awayekî serketî bi dawî bûye.

Di daxuyaniya nivîskî ya navendê de hat ragihandin ku operasyona bi navê "Şehîd Hogir Feraşîn" hatiye destpêkirin, ji bo hilandîna tola cangoriyên gundê Mendikê pêk hatiye û piştî 7 rojan bi awayekî serketî bi dawî bûye.

Li gorî daxuyaniyê, di encama operasyonê de 9 gund, febrîqeyeke çîmento, 2 meqleayên stratejîk ji çeteyan hatine paqijkirin. Navendê diyar kir ku 3 êrîşên çeteyan ên bi wesayîtên bombebarkirî hatine astengkirin û di operasyonê de bi giştî 31 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniya navendê de hat gotin, "Hêzên me li qada operasyonê de tevî 17 termên çeteyan dest danîn li ser 20 kleş, tevî 24 guleyên xwe hewanek 120 mm, 8 guleyên katîşa, 1 dûrbîn, 2 bêtel, 2 rext, 1 wesaîta leşkerî û gelek cebilxanê û amûrên leşkerî yên çeteyan."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di operasyonê de 3 şervanên YPG/YPJ'ê yên di serketina operasyonê de oleke mezin lîstin, jiyana xwe ji dest dane.

LI TIL XENZÎRÊ WESAYÎTEKE ÇETEYAN HAT RÛXANDIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser pevçûnên li rojavayê Kantona Cizîrê û da zanîn ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li hemberî komên çete yên li qada Til Xenzîr a Serêkaniyê çalakiyek pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çalakiyê de wesayîteke çeteyan bi çeteyên tê de hat rûxandin, lê belê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelakirin.