YPG: Li Şêxmeqsûd 3 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li hember çeteyên êrîşî Şêxmeqsûd kirine operasyon li dar xistine di encama operasyonê de 3 çeteyên hatine tespîtkirin hatine kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku 22’ê Cotmehê piştî nîvro çeteyên El Nusra bi topên hawanê êrîşî Taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin û wiha dewam kir:
“Hêzên me piştî vî êrîşê li ser esasê bersivdayinê, êrîşî van çeteyan kirin. Operasyona hêzên me ya li ser gundê Pîno û rêya Misbeh hat kirin de qasî hat zelalkirin 3 çeteyên El Nusra hatin kuştin. Di heman demê de hêzên me li vir treksek çeteyan jî rûxandin.
23 û 24’ê Cotmehê çeteyên DAIŞ’ê li dijî bajaroka Eyn Îsa ya giredayî Kobanê êrîşek li dar xistin. Çeteyan bi topên hawan û çekên giran, êrîşî gundê Mixêra ya nêzîkî bajaroka Eyn Îsa kirin. Êrîşan ji aliyê hêzên me ve bi awayekî dijwar hat bersivandin.
24’ê Cotmehê di navbera saetên 21.00 û 22.00'an de çeteyên DAIŞ’ê hewl dan êrîşî bajaroka Sirîn a giredayî Kobanê bikin. Çeteyan ji ser avê bi kelêkan derbas bûn û xwestin êrîşî Girê Dahola ya giredayî Sirîn bikin. Bi destwerdana hêzên me ve li qadê pevçûnek dijwar rû da. Piştî pevçûnan çete neçar man ji qadê birevin.”