YPG: Li Şedadê êrîşa çeteyan hate şikandin;2 çete hatin kuştin
YPG’ê diyar kir ku çeteyan li dijî başûrrojhilatê Bendava Tişrînê û gundê Azawî yê Şedadê êrîş pêk anîn. YPG’ê ragihand ku li Şedadê 2 çete hatin kuştin.
YPG’ê diyar kir ku çeteyan li dijî başûrrojhilatê Bendava Tişrînê û gundê Azawî yê Şedadê êrîş pêk anîn. YPG’ê ragihand ku li Şedadê 2 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî êrîşên komên çete yên li ser herêmên derdora Bendava Tişrînê û herêma Şedadê, bi daxuyaniyekê agahî dan.
YPG’ê diyar kir ku 11’ê Îlonê dane siharê çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin ser çeperên hêzên wan ên li gundê Qadiriyê ya dikeve rojhilatê başûr a bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.
YPG’ê di berdewama daxuyaniyê de wiha got; “Şeva 11’ê Îlonê çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundê Taaqa ya dikeve başûrrojhilatê gundê Azawî ya giredayî Şedadê êrîşek li dar xistin. Piştî şerê dijwar hêzên me êrîşên çeteyan tek birin. Qasî hat zelalkirin di vê şerî de 2 çete hatin kuştin. Çeteyên din jî ji qadê reviyan. Îro danê siharê hêzên me li qadê şer xebatê lêgerînê li dar xistin. Di encam de hêzên me tevî 2 termê çeteyan doçkayek 12,5 mm bi dest xistin.
Şeva 11’ê Îlonê çeteyên DAIŞ’ê hewl dan li dijî gundê Til Osman a dikeve başûrrojhilatê Bendava Tişrîn êrîşekê li dar bixin. Piştî destwerdana hêzên me çete neçar man ji qadê birevin.”