Hêzên YPG/YPJ'ê bi çalakiyên dijber bersivê didin êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li xeta rojavayê Kantona Cizîrê. Di pevçûnên duh de herî kêm 33 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Di şer de 2 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî herêmên Serêkaniyê-Til Temir-Hesekê yên li rojavayê Kantona Cizîrê dewam dikin û diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê bi çalakiyên dijber, derbên giran li çeteyan dixin.
LI DERDORA SERÊKANIYÊ 25 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navendê da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê duh serê sibehê saet di 04'an de êrîşî herêma Til Xenzîr ê 23 kîlometre li başûrrojavayê Serêkaniyê kirine û li 2 nuqteyên cuda pevçûnên dijwar qewimîne. Li gorî daxuyaniyê, pevçûnên li vê herêmê heta êvarê dewam kirine û êrîşên çeteyan ên ji çend baskan ve hatine şikandin.
Navenda Çapemeniyê da zanîn ku di van pevçûnan de 25 çete hatine kuştin, hejmarek zêde ya çeteyan birîndar bûne. Hat ragihandin ku tevî 5 termên çeteyan, panzêrek, 3 kleş, 1 BKC, 1 Kannas û hejmarek zêde ya cebilxaneya çeteyan ketine destê YPG/YPJ'ê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "2 rêhevalên me yên ku bi wêrekî û fedekariya xwe ve di şikandina êrîşên çeteyan de rolek girîng listîn bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê."
LI QADA NAVBERA TIL TEMIR Û HESEKÊ DE 8 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li hemberî komên çete yên li qada Til Sikra ya li nêzî gundê Xerîta yê di navbera Til Temir û Hesekê de çalakî pêk anîne û di encama vê çalakiyê de tevî termekî çeteyan 1 kleş, 1 rokêtavêja B7 û hin cebilxane ketine destê YPG/YPJ'ê.
Navenda Çapemeniyê da zanîn ku li derdora gundê Til Nasirê girsekî stratejî hedef hatiye girtin, di pevçûna li vir de maşîneke çeteyan hatiye derbkirin û herî kêm çeteyek hatiye kuştin.
Navendê diyar kir ku bi awayekî hemwet li gundên Til Fweda, Til Baz û Til Hirmiz, li dijî çeteyan çalakî pêk hatine û 6 çete hatine kuştin, 3 çete jî birîndar bûne