YPG: Li Kobanê 5 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku li Kantona Kobanê 5 çete hatin kuştin û wesayîtek çeteyan hat rûxandin
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku li Kantona Kobanê 5 çete hatin kuştin û wesayîtek çeteyan hat rûxandin
Navenda Ragihandina YPG’ê da xuyakirin ku berxwedana Kobanê ya li hember hewldana dagirkeriya rexistina terorî ya DAIŞ'ê tê meşandin ket roja 213'emîn û got, “Li Kantona Kobanê 5 çete hatin Kuştin û wesayîtek çeteyan hat rûxandin.”
YPG’ê têkildarî şerê şevê din ê li başûrrojhilatê Kobanê ev agahî da: “Şevê din hêzên me li nêzîkî gundê Xanê ya başûrrojhilate Kobanê, li hember çeteyan êrîşek li dar xistin. Di vê êrîşê de wesayîtek çeteyan hat rûxandin, 5 çete jî hatin kuştin.”