YPG: Li derdora Girê Spî 7 gundên din hatin rizgarkirin

Di roja 46. a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ê de operasyonên YPG/YPJ'ê yên li derdora Girê Spî dewam dikin. Di operasyonan de 7 gundên li başûrrojava û başûrê Girê Spî û Silûkê hatin rizgarkirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand ku di roja 46. a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de pêşveçûna hêzên YPG/YPJ'ê li başûrê Girê Spî û Silûkê dewam dike.

Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê yên Kantonên Cizîr û Kobanê, di çarçoveya pêngavê de li başûrrojavayê Silûkê oerasyonek lidar xistine û di encamê de gundên Til Hemama Tirkmena û Til Hemam ji çeteyan hatin paqijkirin, lê der barê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyek zelal bi dest neketiye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ'ê yên Kobanê li başûrê Girê Spî derketine operasyonê û hat gotin, "Di encama vê operasyonê de gundên bi navê Etşanê, Ebûneytûnê, Kulêh, Girana Biçuk û Maharâ Şerkî ji çeteyan hatiye paqijkirin. Hêzên me li vê qadê tevî 4 termên çeteyan dest danîn li ser 4 kleş, 1 roketavêja B7, 4 rext, 1 bêtel û 1 qemyonek çeteyan.

Di şerê li vê operasyonê de şervanekî ya Artêşa Azad gihîştiye şehadetê. Operasyonên hêzên me berdewam dikin."