YPG: Li Cizîr û Kobanê 19 çete hatin kuştin
Li kantonên Cizîr û Kobanê, di encama çalakî û operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê de duh bi şev herî kêm 19 çete hatin kuştin.
Li kantonên Cizîr û Kobanê, di encama çalakî û operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê de duh bi şev herî kêm 19 çete hatin kuştin.
Li kantonên Cizîr û Kobanê, di encama çalakî û operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê de duh bi şev herî kêm 19 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li rojavayê Kantona Cizîrê pevçûnên dijwar diqewimin û diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li nêzî gundê Menacir ê Til Temirê li dijî komeke çete ya di nava tevgerê de bû çalakî pêk anîne.
Hat ragihandin ku di vê çalakiyê de wesayîtek çeteyan hat rûxandin û bi qasî hatiye tespîtkirin çeteyek hatiye kuştin.
Navendê diyar kir ku danê vê sibehê jî çeteyên DAIŞ'ê li hemberî gundê Xerîta yê di navbera Hesekê û Til Temir de ye, êrîşeke berfireh dane destpêkirin û destnîşan kir ku pevçûnên li ser bersivdayîna hêzên YPG/YPJ'ê destpê kirin, li çend qadan dewam dikin.
LI BAŞÛROJHILATÊ KOBANÊ 18 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di dewama daxuyaniyê de li ser bîlançoya roja 205. a berxwedana Kobanê de jî agahî hat dayîn û hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li başûrrojhilatê Kobanê li hemberî qadên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin operasyon pêk anîne.
Li gorî daxuyaniyê operasyona li girên stratejîk ên di navbera gundên Xweydankê û Dêrfilît bi serketî bi encam bûye, qad ji çeteyan hatiye paqijkirin û 18 çete hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di vê operasyonê de şervanekî YPG'ê yê di serketinê de roleke girîng lîst, jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Çapemeniyê wekî din da zanîn ku danê vê sibehê, çeteyên DAIŞ'ê li başûrê Kobanê êrîş kirine û ji ber vê êrîşê li gundên Girêk, Norellî û rêbenda Dîcleyê pevçûnên dijwar qewimiye.
Navendê got ku ev êrîş hatiye şikandin û hêzên YPG/YPJ'ê li hemberî çeteyên li vê herêmê dest bi operasyonê kirine.