YPG: Êrîşên dewleta Tirk û DAIŞ’ê dewam dikin

Çeteyên DAIŞ’ê ji başûrê Cerablusê, bi topên hawanan êrîş birin ser gundê Boraz ê dikeve başûr-rojavayê Kobanê. Artêşa Tirk jî li hember Girê Spî û Kobanê êrîşên xwe yên provokatîf didomîne.

Çeteyên DAIŞ’ê ji başûrê Cerablusê, bi topên hawanan êrîş birin ser gundê Boraz ê dikeve başûr-rojavayê Kobanê. Artêşa Tirk jî li hember Girê Spî û Kobanê êrîşên xwe yên provokatîf didomîne.

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ji Cerablus li hemberî gundên başûrrojavayê Kobanê ku didomin, li gundê Boraz yek jê zarok 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Artêşa Tirk jî li hember Girê Spî û Kobanê êrîşên xwe yên provokatîf didomîne.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî gundên li ber perava Firatê yên girêdayî Kobanê de yek jê zarok 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemeniya YPG’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand ev agahî parve kir:

“19’ê Mijdarê saet di 12.30’an de çeteyên DAIŞ’ê ji başûrê Cerablusê, bi topên hawanan êrîş birin ser gundê Boraz ê dikeve başûr-rojavayê Kobanê. Di encama vê êrîşa terorîstane de yek jê zarok 2 hemwelatiyên me gihiştin şehadetê, hemwelatiyekî din jî birîndar bû.

19’ê Mijdarê di navbera saetên 13.00 û 14.00’an de çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundê Rahva yê dikeve rojhilatê bajarokê Eyn Îsa yê giredayî Kobanê bi topên hawanan êrîş kirin.

19’ê Mijdarê di navbera saetên 09.00 û 10.00’an de li derdora Pira Qereqozaq a dikeve başûr-rojavayê Kobanê hêzên me li dijî çeteyan operasyonek lidar xistin. Di encamê de çeteyek hate kuştin.

20’ê Mijdarê di navbera saet 07.30-08.00 û 13.00-14.30’an de çeteyên DAIŞ’ê ji başûrê Cerablusê bi topên hawanan êrîş birin ser gundê Qereqozaq û derdora gund.

20’ê Mijdarê saat di 14.00’an de çeteyên DAIŞ’ê ji başûrê Cerablûs bi topên hawanan êrîş birin ser gundê Borêz a li başûr-rojavayê Kobanê.

Êrîşên Arteşa Tirk ku 24’ê Cotmehê li dijî çeperên hêzên me li ser xeta sînorê Kobanê dabûn destpêkirin berdewam dikin.

19’ê Mijdarê Arteşa Tirk li dijî yekîneyeke me ya li derdora gundê Silipqiran ê li rojavayê Girê Spî sînor kontrol dikir bi çekên A4 êrîş lidar xist.

20’ê Mijdarê saet di 04.35’an de Arteşa Tirk li dijî nuqteya Zeytûn û gundê Til Findir ên dikevin rojavayê Girê Spî bi çekên giran ên A4 êrîşek lidar xist.

20’ê Mijdarê di navbera saet 20.30 û 21.30’an de Arteşa Tirk li dijî nuqteya Zeytûn a dikeve rojavayê Girê Spî bi çekên A4 êrîşek lidar xist.

20’ê Mijdarê di navbera saet 21.00 û 22.00’an de Arteşa Tirk li dijî gundê Til Findir û embarên Til Findir ê dikeve rojavayê Girê Spî bi çekên A4 êrîşek lidar xist.”