Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nivîskî weşand û diyar kir ku êrîşên çeteyên yên li Til Hemis, bajarokê Sirînê û êrîşên çeteyên El- Nusra hatin şikandin û di encamê de 6 çeteyên DAIŞ û 2 çeteyên El-Nusra hatine kuştin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê encama şer û pevçûnên duh rû dan bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir û di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li Til Hemîs û bajarokê Sirînê û yên çeteyên El-Nusra jî li Efrînê hatin şikandin. Di encamê de 6 çeteyên DAIŞ û 2 çeteyên El-Nusra hatin kuştin.
Daxuyaniya fermî ya YPG’ê wiha ye:
“Komên çeteyan şevê din li başûrê Til Hemisê êrîşek li dar xistin.
Êrîş saet 23.00’an li hember gundê Ebû Hemal a nêzîkî gundê Xizêla hat lidarxistin û piştî vê êrîşê li qadê pevçûnên dijwar rû dane. Di van pevçûnan de maşînek leşkerî ya çeteyan hatiye rûxandin. Piştî van pevçûnan êrîşa çeteyan hat şikandin.
Di van pevçûnan de bi qasî hat zelalkirin 6 çete hatin kuştin. Hêzên me li vê qadê tevî termekî çeteyan dest danîn li ser 1 BKC, 400 fîşeka BKC, 2 rext, 4 bombeya destan.
Li Sirînê bersivek tund a çeteyan hate dayin
Çeteyên DAIŞ’ê duh di saetên êvarê de êrîş birin li ser bejahiya bajaroka Sirîn a başûrê Kobanê. Komên çeteyan ji aliyê rojavayê çemê Firatê guleyên hawanê awetin girên stratejîk a rojavayê bajaroka Sirîn. Hêzên me bi awayekî dijwar bersiv dan êrîşên çeteyan.
2 ÇETEYÊN EL NUSRA HATIN KUŞTIN
Çeteyên El Nusra, li hember gundê Derbalut a giredayî Cindirêsê ya Efrînê êrîşek li dar xistin.
Komên çeteyên ku şevê din gulê berandin li ser şeniyên gund, îro derdora saet 09.00’an de xwestin li gund pêş bikevin. Hêzên me mûdexaleya van çeteyan kir û li vir pevçunekî rû da. Di van pevçunan de 2 çeteyê El Nusra hatin kuştin. Pevçûnên li qadê hin jî cih bi cih bi çekên giran berdewam dike.’