YPG: Êrîşên çeteyan didomin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, êrîşên komên çete yên DAIŞ û koalîsyona Sûriyeyê didomin. YPG’ê da zanîn ku li Şêx Meqsûdê 3 çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, êrîşên komên çete yên DAIŞ û koalîsyona Sûriyeyê didomin. YPG’ê da zanîn ku li Şêx Meqsûdê 3 çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, çeteyan êrîşî taxa Şêx Meqsûd, gundên Efrînê û bajarokê Şêxler ê Kobanê kirine. YPG’ê da zanîn ku li Şêx Meqsûdê 3 çete hatin kuştin.
Di daxuyaniya navendê de ev agahî hatin dayîn:
"Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê Koalîsyona Sûrî de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13., Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin.
20'ê Hezîranê saet di 14.00 de komên çeteyan bi topên hawan û cehenemê êrîş birin ser taxa Şêx Meqsûdê. Piştî cihên çeteyan hat zelalkirin, hêzên me operasyon lidarxistin. Di operasyona herêma li Eşrefiyê de bi qasî hat zelalkirin 2 çete hat kuştin, 2 çete jî hat birîndarkirin.
Heman rojê di navbera saetên 09.00 û 10.00 de komên çeteyan bi topên hawanê êrîş birin ser gundê Celeme yê giredayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê.
21'ê Hezîranê saet derdora 23.00 de jî komên çete bi topên cehenemê êrîş birin ser taxa Şêx Meqsûdê. Bi bersivdayîna hêzên me li qada şara 20. de çeteyek hat kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê 20'ê Hezîranê piştî nîvro û 22'ê Hezîranê danê sibehê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin ser bajarokê Şêxler ê li rojavayê başûrê Kobanê."