YPG: Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê li dijî xaka Bakurê Sûriyeyê didome

YPG’ê destnîşan kir ku tevî li herême agirbest hate ragihandin jî çeteyên giredayî Koalîsyona Sûriyeyê li dijî Taxa Şêx Meqsûd û Efrînê êrîş li dar xistin.

Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku 15’ê Îlonê di saetên nîvro de çeteyên DAIŞ’ê bi topên hawanan êrîş birin li ser çeperên hêzên wan a 12 km dikeve başûrrojhilatê Şedadê.

YPG’ê di berdewama daxuyaniyê de ragihand ku êrîşên arteşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê didome û got; “Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk şeva 15’ê Îlonê bi çekên giran êrîş birin li ser çeperên hêzên me ya gundê Ziyaret û Til Seriyê yên dikevin rojavayê Kobanê.”

TEVÎ AGIRBESTÊ JÎ ÊRÎŞÊN ÇETEYAN DIDOMIN

YPG’ê destnîşan kir ku tevî li herême agirbest hatiye ragihandin jî çeteyên giredayî Koalîsyona Sûriyeyê li dijî Taxa Şêx Meqsûd û Efrînê êrîş li dar xistin û ev agahî ragihandin; “Komên çeteyan hewl dan şeva 15’ê Îlonê ji milê Seken Şikeyf êrîşekê li dar bixin. Bi destwerdana hêzên me ve li qadê şerê demkurt rû da. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin. Li vir termekî çeteyan ket destê hêzên me.

Çeteyan heman şevê ji çeperên xwe yên Ezazê bi topên hawanê êrîş birin li ser gundê Maranez û Vîlla Qadî yên giredayî Efrînê. Dîsa li vê herêmê balafira keşfê ya bêmirov heta siharê firiyaye.”