Yekîneyên Parastina Gel (YPG), diyar kir ku tu eleqeya wan bi windabûna Endamê Polît Buroya Partiya Demokrata Kurd li Suriyê (El Partî) Behzad Dorsen re tune ye, berevajî vê yekê li ser serlêdana rayedarên El Partiyê, ew ji bo peydakirina Dorsen di nava xebatan de ne.
YPG'ê, aşkera kir ku tu eleqeya wan bi revandina Endamê Polîtburoya El Partî Behzad Dorsen û Berpirsyarê El Partî yê Dêrikê Nîdal Selîm re tune ye, berevajî vê yekê ew niha ji bo peydakirina herdu kesan di xebitin. Ji berpirsyarên YPG'ê yê Dêrikê Mehmud têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku piştî herdu kes duh winda bûn agahî ji wan nehat girtin, rayedarên El Partî serî li YPG'ê dane û xwestine ji bo peydakirina endamên wan alîkariyê bidin.
Mehmud, destnîşan kir ku piştî serlêdanê yekîneyên wan ketine nava liv û tevgerê û ji bo aqubeta herdu kesan zanibin, bi hemû hêza xwe dixebitin. Mehmud anî ziman ku ji bo vê yekê çi bikeve ser milê wan ew ê bikin.
Mehmud, anî ziman ku hinek derdor dixwazin li bajarê wan tevlîheviyê çêbikin û dixwazin tiştên ku ew bixwe dikin bixin stuye YPG'ê. Mehmud, got ku hinek malperên înternetê û kes jî tiştên bi vî rengî belav dikin û bêbextiyan dikin.
Mehmut bang li gel kir ku li pey van derdoran neçin, baweriya xwe pê ne înin û alîkariya wan bikin da ku bûyerên bi vî rengî çênebin.
EV 2 ROJ E AGAHÎ JI WAN NAYÊ GIRTIN
Endamê Polît Buroya El-Partî Behzad Dorsen û berpirsê El Partî yê Dêrikê Nîdal Selîm ji duh ve winda ne. Piştî ku agahî ji herdu kesan nehat girtin, hinek malperên înternetê nûçeyên ku îdîa dikin herdu kes ji aliyê YPG'ê ve an jî hêzên girêdayî PYD'ê ve hatine revandin, weşandin.