YPG: Em bersiva pêwîst didin û parastina gel dikin

YPG: Em bersiva pêwîst didin û parastina gel dikin

YPG'ê destnîşan kir ku wan li Helebê bersiva êrîşa li ser gelê kurd daye û ew ê heta dawiya dilopa xwîna xwe gel biparêzin. YPG her wiha banga xwedîderketina li gelê Eşrefiyê kir.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê bûyerên duh û îro li taxên kurdan ên Helebê hatin jiyandin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di rojeke cejnê ku gelê dixwest li hemberî êrîşan çalakî lidar bixe û bi awayekî aramî vê rojê derbas bike de, êrîş pêk hatine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Eşrefiyê xwestiye ji bo şermezarkirina êrîşa dewletê ya duh, çalakî lidar bixe, her wiha hewl daye ku hevdîtinekê bi komên çekdar re çêbikin, lê li gel hemû hewldanan bersiv bi çekê hatiye dayîn. Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev êrîş di rojeke ku rejîma Suriyeyê jî di nava agirbestê de bû, bi awayekî zanebûn pêk hatine.

'EMÊ HETA DAWIYÊ GEL BIPARÊZIN'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YPG'ê li hemberî êrîşa van koman ku di encamê de bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest dane, kesek bi birîndarî ketiye destê van koman, parastina gelê xwe kiriye û hîn jî pevçûn didome. Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Ev kesên êrîşkar dixwazin li ser gelê me komkujiyê pêk bînin. Em ê wekî YPG'ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî, gelê xwe biparêzin. Divê gelê me jî li her derê hişyar be û li Eşrefiye xwedî derkeve.