YPG'ê nasnameyên 5 cangoriyên xwe eşkere kir
YPG'ê nasnameyên 5 şervanên xwe yên di şerê li Şedadê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
YPG'ê nasnameyên 5 şervanên xwe yên di şerê li Şedadê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û nasnameyên 5 cangoriyan eşkere kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Berxwedana ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Rojava dimeşîne roj bi roj geş dibe û armancên parastina xakê û gelên herêmê ji hêzên tarî û xwînmij bi cih tîne.
Divê baş were zanîn ku ev berxwedan û serketin bi saya şervanên qehreman û fedekar pêk hatiye û pêş ve diçe.
Îro dîsa di bin siya pêngava azadiyê de em 5 hevalên xwe oxir dikin. Ew şervanên bi rûmet ên ku her tim bi vîna azad şer dikirin û xwe feda dikirin, ji bo me xeta jiyanê ne. Ew 5 hevalên me yên hêja her tim li eniya pêş bûn û ji bo parastin û rizgarkirina herêmê li beramberî hovîtiyê seknek gelek hêja nîşan dan. Ev pakrewanên me bûn pêşengên projeya bi hevre jiyanê û biratiya gelên herêmê.
4 ji van hevalên me li berxwedana gundê Elwa Şerqî ya başûrê Şedadê û hevalek me jî di berxwedana taxa Şêxmeqsûd a Halebê de gihîştiye şehadetê.
Em wekî hevrêyên van her 5 lehengan soz didin ku wê tim rêberên me yên rastiyê bin û em ê heta serketin û azadiyê li ser şopa wan bin."
NASNAMEYA 5 CANGORIYAN
Navê Tevgerî: Ermanc Qamişlo
Navê Rast: Ehmed Sayir
Navê Dayikê: Cemile
Navê Bav: Muhemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Elwe Şerqî 17.03.2016
Navê Tevgerî: Azad Qamişlo
Navê Rast: Sedîq Şahîn
Navê Dayikê: Rojîn
Navê Bav: Fexrî
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Elwe Şerqî 17.03.2016
Navê Tevgerî: Murad Til Hamîs
Navê Rast: Emad El-Elî
Navê Dayikê: Hemde
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hamîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Elwe Şerqî 17.03.2016
Navê Tevgerî: Rubar Qamişlo
Navê Rast: Hadî Dehbûl
Navê Dayikê: Mehasin
Navê Bav: Ebdulxenî
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Elwe Şerqî 17.03.2016
Navê Tevgerî: Zinar Efrîn
Navê Rast: Mustefe Ebdu
Navê Dayikê: Hemîde
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Cindêrs/ Çolaqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb/ Eşrefiyê 20.03.2016