YPG’ê nasnameya têkoşerekî Şedadê ragihand
YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku Dilşêr Qamişlo, 10’ê Îlonê dema erka xwe di nav refên YPG de pêk danî li herême Şedadê jiyana xwe ji dest da.
YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku Dilşêr Qamişlo, 10’ê Îlonê dema erka xwe di nav refên YPG de pêk danî li herême Şedadê jiyana xwe ji dest da.
Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku hêzên êrîşkar ku rastiya gelên Rojava baş dizanin hewl didin ku pêşî li têkoşîna wan bigirin û got; “Lê belê li Rojava bi hezaran ciwan li her deverekê li hemberî çeteyên paşverû yên mîna DAIŞ û alîgirên wan heta dawiyê têdikoşin û ti caran jî ji vê têkoşeriya xwe, xwe nadin paş û li hemberî dijmin çok naşikînin. Ew bi berxwedana xwe destan û lehengiyên di dîrokê de hatine nivîsîn serobin dikin û di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn destana berxwedanî û lehengiyê dinivîsînin. Di vê rêyê de bedêlên giran didin û bi van bedêlan re jî mîrateyeke mezin a têkoşîn û azadiyê li pey xwe ava dikin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Dilşêr Qamişlo di radeyek bilind de cihê xwe di nav kar û xebatên leşkerî û perwerdê de girtiye û di 10 Îlonê de dema erkê xwe di nav refên YPG de pêk danî li herême Şedadê gihiştiye şehadetê.
YPG’ê di di şexsê Dilşêr Qamişlo de hemû pakrewanên şoreş û berxwedana Rojavayê Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî û got; “bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Ji malbata şehîd û tevahî gelên Rojava re em sersaxiyê dixwazin û soza şopdariya rêya şehîdan careke din nû dikin.”
Nasnema şervanê YPG’ê wiha ye:
Nasnav: Dilşêr Qamişlo
Nav û Paşnav: Alaa Ebdulleh
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Xalid
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 10 Îlon 2016