YPG'ê nasnameya 9 cangoriyên xwe aşkera kir
YPG'ê nasnameya 9 şervanên xwe yên di berxwedana rizgarkirina bejahiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
YPG'ê nasnameya 9 şervanên xwe yên di berxwedana rizgarkirina bejahiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
YPG'ê nasnameya 9 şervanên xwe yên di berxwedana rizgarkirina bejahiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 9 şervanên xwe yên di berxwedana rizgarkirina bejahiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku berxwedana bê hempa ya hêzên YPG’ê û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ ê ketiye roja xwe ya 191’ an de û hate gotin ku destketiyên Kobanê û Rojava bi saya xwîna cangoriyan hatine bidestxistin. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku 9 şervanên hêzên wan bi qehremanî li hember komên çete şer kirine û şehîd bûne.
Nasnameyên şervanan wiha ne:
Tofa Îsa bi nasnav Newroz Zeredeşt, li Efrînê ji dayik bû, di 23'ê Sibatê de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da.
Nebî Samî bi nasnav Seydo, li gundê Salê yê Kobanê ji dayik bû, di 22'ê Adarê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da.
Mehmûd Semê bi nasnav Hedla, li gundê Salê yê Kobanê ji dayik bû, di 20'ê Adarê de li gundê Salê yê Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Mîdya Mihemed bi nasnav Viyan Kobanê, li Kobanê ji dayik bû, di 22'ê Adarê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Elî Ebdo bi nasnav Ayşa, li gundê Salê yê Kobanê ji dayik bû, di 20'ê Adarê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Silêman Ebdurezaq Kêcil bi nasnav Zîndan Kobanê, li gundê Birx Botan ê Kobanê ji dayik bû, di 18'ê Adarê de li girê Şehîd Xabûr ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Rizgar Kobanê, di 6'ê Adarê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Jiyan Dêrik, di 20'ê Adarê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Azad Cûdî, di 15'ê Adarê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da.