YPG’ê nasnameya 6 şervanan aşkera kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê nasnameya 6 şervanên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê nasnameya 6 şervanên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê nasnameya 6 şervanên yên li Kobanê û Cizîrê jiyana xwe ji dest dan bi daxuyaniyekê ji raya giştî re aşkera kir.
Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin wiha ye: “Kobanê û Cizîr bi berxwedan û tekoşîna xwe dîroka serketinê ava kirin. Berxwedana li ser rêya azadiyê meşandin û roj bi roj rêya têkoşîn û azadiyê bilind kirin. Bi saya berxwedan û têkoşîna Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin û şehîdên me yên ku bi qehremanî şehîd ketine azadî tê bidestxistin.
Şehîdên me ew pêşeng, têkoşer û fedayên ku li ser soza xwe ya dabûn gel û axa xwe man û venegeriyane, bi xwîn û fedabûna xwe dîroka berxwedanê nivîsandin in.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin soza xwe careke din nû dikin ku em ê heta dilopa xwîna xwe ye dawî li ser rê û şopa şehîdan bimeşin.”
Nasnameyên şehîdanşervanên YPG’ê wiha ne:
Nasnav: Amed Nûman
Nav û Paşnav: Mûsa Yildiz
Navê Dayikê: Besna
Navê Bav: Zulkuf
Cihê Jidayikbûnê: Amed- Licê
Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Cotmehê 2014 / Kobanê
Nasnav: Bedran Gabar
Nav û Paşnav: Yûnûs Acar
Navê Dayikê: Yazgul
Navê Bav: Ebu Bekir
Cihê Jidayikbûnê: Agirî- Panos
Cih û Dîroka Şehadetê: 11’ê Tebaxê 2015 / Serêkaniyê -Mebrûka
Nasnav: Egîd Mêrdîn
Nav û Paşnav: Huseyîn Acar
Navê Dayikê: Xulet
Navê Bav: Nûreddîn
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 13’ê Mijdarê 2014 / Kobanê
Nasnav: Hewar Kobanê
Nav û Paşnav: Nesan Kino
Navê Dayikê: Edlê
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: 25’ê Gulanê 2015 / Kobanê- Qereqozax
Nasnav: Mazlûm Şax
Nav û Paşnav: Kemal Konrat
Navê Dayikê: Nûriye
Navê Bav: Sedûn
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Cih û Dîroka Şehadetê: 7’ê Tebaxê 2015 / Kobanê- Qereqozax
Nasnav: Rizgar Wan Qelqelî
Nav û Paşnav: Nacî Omaz
Navê Dayikê: Yazgul
Navê Bav: Şefîq
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Tebaxê 2015 / Serêkaniyê - Silûk