YPG′ê nasnameya 5 şervanên Xezeba Firatê eşkere kirin

YPG′ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên azadiyê yên ku di operasyona Xezeba Firatê de şehîd bibûn eşkere kirin.

Navenda Ragihandina YPG′ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 5 şervanên ku di Operasyona Pêngava Xezeba Firatê de ku ji bo rizgarkirina Reqayê dabûn destpêkirin, şehîd bibûn eşkere kirin.

YPG’ê diyarkir ku bi damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) rol û misyonên xwe wek hêzên sereke di nav şoreşa Rojava-Bakûrê Sûriyê pêk anîn û bajar, bajarok, gund û cihên stratejîk mîna Hol, Şedadê, Bendava Tişrîn, Minbic ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin.

YPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev tişt got:

“Di 5’ê Mijdara 2016’an de Hêzên Sûriya Demoqratîk operasyona rizgarkirina paytexta DAIŞ’ê bajarê Reqayê bi navê pêngava ”Xezeba Firatê” dan destpêkirin. Di vê pêngavê de ku heta îro berdewame, bejahiyek berfireh ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. Piştî rizgarkirina van herêman jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe yên domandin û di encamê de gelek şerên dijwar rû dan. 24’ê Mijdarê jî çeteyên DAIŞ’ê li Rojavayê Til El Semen û Rojhilatê Til El Xinêz de êrîşên hemwext li dar xistin û piştî şerên dijwar ew êrîşê wan hatin têkbirin. Di van şeran de 5 hevalên me yên ku ji bo şikandina êrîşên çeteyan, bi lehengî şer dikirin gihiştin şehadetê.

Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG), em di kesayeta van hevalan de, hemû pakrawanên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soza şopdariya rêya wan didin. Di serî de ji malbata şehîdan, ji tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Xebat û xwîna şehîdan ti carî vala nebûye, soza tolhildana şehîdan em careke din nû dikin û em ê tekoşîn bikin daku layîqê bîranînên şehîdan bin.”

Nasnameya şervanên ku şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Çekdar Jiyan

Nav û Paşnav: Adem Kaya

Navê Dayîkê: Sayime

Navê Bav: Yûsûf

Cihê Jidayîkbûnê: Mêrsîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Bakurê Reqa / 24-11-2016

***

Nasnav: Devrim Serhed

Nav û Paşnav: Firat Dinç

Navê Dayîkê: Şefika

Navê Bav: Ahmet

Cihê Jidayîkbûnê:Wan

Cih û Dîroka Şehadetê: Bakurê Reqa / 24-11-2016

***

Nasnav: Nûjîn Demhat

Nav û Paşnav: Hediye Recaî

Navê Dayîkê: Xatûn

Navê Bav: Abdulwahab

Cihê Jidayîkbûnê: Makû

Cih û Dîroka Şehadetê: Bakurê Reqa / 24-11-2016

***

Nasnav: Sarya Ronahî

Nav û Paşnav: Ebru Doğu

Navê Dayîkê: Îpek

Navê Bav: Cevrî

Cihê Jidayîkbûnê: Enqere

Cih û Dîroka Şehadetê: Bakurê Reqa / 24-11-2016

***

Nasnav: Têkoşer Elîgor

Nav û Paşnav: Mehmet Emek

Navê Dayîkê: Leyla

Navê Bav: Ahmet

Cihê Jidayîkbûnê: Riha

Cih û Dîroka Şehadetê: Bakurê Reqa / 24-11-2016