YPG’ê nasnameya 5 şervanan aşkera kir

Nasnameya 5 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane, hatin aşkerakirin.

Navenda Ragihandina  YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 5 şervanên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabûn, aşkera kir. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin de wiha hate gotin:

“Berxwedana li du kantonên Rojava (Kobanê û Cizîr) bi hemû serketin û lehengiya xwe dewam dike. Şervanên me yên berxwedêr û gelê me yê welatparêz ji bo misogeriya jiyanek azad asta têkoşîn û berxwedanê bihêz û bilind dikin.

Îro em nasnameya 5 rêhevalên têkoşer ên berxwedêr ku di berxwedana Cizîr û Kobanê de şehîd bûne radigihînin. Şehadeta wan hevalan ji bo me ronahiya rêya azadiyê ye û pêşengên jiyana rast û azad in. Di nava 5 rêhevalên me yên leheng de berxwedêr Rûbar ku demek dirêj di nava tekoşîna gelê Kurd de cih girtî heye. Rêheval Rûbar bi ked û xwêdanek mezin di sala 2014’an de li çeperên Cezaayê de berxwedanek bêhempa da nîşandan û weke pêşengê jiyan û şer di nava rêhevalên xwe de dihat naskirin.

Di şexsê van pakrewanan de em tevahî şehîdên azadiyê bibîr tînin û birêz bejna xwe li hemberî giyana tevahî şehîdên Kurdistanê ditewênin. Careke din sersaxiyê ji dayik û malbatên şehîdan re dixwazin.”

Nasnameyên 5 têkoşeran wiha ne:

Hewkar Saîd ê bi nasnav Manî Cûdî, li Helepçeyê ji dayik bûye. 9’ê Avrêl 2015 Til Temir – Xerîta jiyana xwe ji dest daye.

Evdal Mijînî yê bi nasnav Rûbar Bêkes li Şirnexê ji dayik bûye. 6’ê Cotmeha 2014’an li Cezaa jiyana xwe ji dest daye.

Hesen Mehmûd ê bi nasnav, Şoreş Qamişlo li Qamişlo ji dayik bûye. 20 Avrêl 2015 Kobanê – gundê Sepeta Ereban jiyana xwe ji dest daye.

Şehrûz Mihemedî yê bi nasnav Serhed Baz li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. 16 Avrêl 2015 li Kobanê jiyana xwe ji dest daye.

Şervan Elwendî, 21 Avrêl 2015 Kobanê – Gundê Sirîn jiyana xwe ji dest daye.

...