YPG'ê nasnameya 13 têkoşeran ragihand
YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ve nasnameyên 12 şervanên li Şedadê û şervanekî li Hesekê jiyana xwe ji dest dane ragihand û ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest.
YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ve nasnameyên 12 şervanên li Şedadê û şervanekî li Hesekê jiyana xwe ji dest dane ragihand û ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest.
Navenda Ragihandin Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku Şoreşa Rojava şoreşa têkoşînê ye û YPG/YPJ li ser rûpelên dîrokê bi fedaîbûnê û fedekartiyê her roj serkeftinên nû dinivîsînin.
Di dewama daxuyaniya YPG’ê de wiha hate gotin:
“Di erîşên berfireh yên Çeteyên DAIŞ’ê de ku tevî maşîneyên teqemenî û zirxî li ser xeta parastina hêzên me ya başûrê gundê Azawî ya giredayî Şedadê 11’ê Îlonê dest pê kir û 3 rojan bê navber dewam kir, hêzên me bi bersivên tund pêşwazî kirin. Piştî berxwedaniyeke mezin a li hember çeteyan yên li dijî pêkhateyên Rojava hat meşandin, şervanên me yên Kurd û Ereb mil bi mil berxwedaniyek mezin dan nîşandan û bi qehremanî şer kirin, êrîşê wan pûç kirin û 12 hevalên me gihiştin asta şehadetê.
Rêhevalê me Şivan Hesekê dema erkê xwe di nav refên Yekîneyên Parastina Gel YPG ê de pêk dianî li bajarê Hesekê gihişt asta şehadetê.”
YPG’ê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku bi serbilindî dibêjin ku şehîd merteba herî bilind in, ji ber ku şehîdên rastiyê ne û got; “Em weke Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ soz didin ku em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser doz û şopa şehîdan bimeşin û em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re dixwazin.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Bêrîvan Amed
Nav û Paşnav: Dîrok Baran
Navê Dayikê: Zekiya
Navê Bav: Omer
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Gundê Ezawî 11 Îlon 2016
Nasnav: Şivan Hesekê
Nav û Paşnav: Şivan Henan
Navê Dayikê: Sîham
Navê Bav: Ferhan
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih Û Dîroka Şehadetê: Hesekê 13 Îlon 2016
Nasnav: Cûdî Yilmaz
Nav û Paşnav: Ayaz Bûrûmtekîn
Navê Dayikê: Zêrîn
Navê Bav: Mehmud
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Gundê Ezawî 11 Îlon 2016
Nasnav: Delîl Cûdî
Nav û Paşnav: Mehmud Kemal Ezo
Navê Dayikê: Şêrîn
Navê Bav: Hecî Reşîd
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ gundê Kişkiş Cibûr 11 Îlon 2016
Nasnav: Sebrî Hemza
Nav û Paşnav: Delîl Ehmed
Navê Dayikê: Şaha
Navê Bav: Ebdulrehman
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Gundê Ezawî 11 Îlon 2016
Nasnav: Seydo Koçer
Nav û Paşnav: Umît Ok
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Ebdullah
Cihê Jidayikbûnê: Bitlîs
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Gundê Ezawî 11 Îlon 2016
Nasnav: Ceger Sadî
Nav û Paşnav: Mesûd Sadî
Navê Dayikê: Semîra
Navê Bav: Omer
Cihê Jidayikbûnê: Amûdê
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Gundê Ezawî 12 Îlon 2016
Nasnav: Serhed Efrîn
Nav û Paşnav: Mihemed Henan
Navê Dayikê: Sîham
Navê Bav: Ferhan
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Gundê Ezawî 12 Îlon 2016
Nasnav: Rêber Hesekê
Nav û Paşnav: Yasir El-Husên
Navê Dayikê: Sebah
Navê Bav: Husên
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Gundê Ezawî 12 Îlon 2016
Nasnav: Şahîn Şiyar
Nav û Paşnav: Şahîn Yunis
Navê Dayikê: Zînê
Navê Bav: Loqman
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Gundê Ezawî 12 Îlon 2016
Nasnav: Şêxo
Nav û Paşnav: Ehmed Sexir
Navê Dayikê: Heyat
Navê Bav: Medlul
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Gundê Ezawî 23 Tebax 2016
Nasnav: Hogir Hesekê
Nav û Paşnav: Hisên Silêman
Navê Dayikê: Nûra
Navê Bav: Selîm
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Gundê Ezawî 23 Tebax 2016
Nasnav: Botan Hesekê
Nav û Paşnav: Ebdulrehman Elî
Navê Dayikê: Nûra
Navê Bav: Elî
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Gundê Ezawî 23 Tebax 2016