Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di çarçoveya xebatên rêxistinkirinê de, li bajarê Serêkaniyê tabura leşkerî ava kir.
YPG’ê piştî Efrîn, Qamişlo û Kobanê tugay ava kirin, li bajarê Serêkaniyê jî tabur xwe ava kir. Tabura bi navê “Tabura Şehîd Erdal” duh li gundê Tilehsan bi merasîmek leşkerî hate ragihandin. Merasîm ji bo bîranîna “şehîdên şoreşê” bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê li ser navê YPG’ê Cimşîd Osman axaftinek kir û bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn û şoreşên gelan. Osman, destnîşan kir ku ev salek û nîv e li Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî şoreşek tê jiyandin û anî ziman wan jî li hemberî planên êrîşkar ên li ser gelê kurd û valahiya tê jiyandin xwe birêxistin kiriye. Cimşîd Osman, got ku hem rejîm, hem jî muxalefet kurdan înkar dike û hêzên hegemonic jî dixwazin li gorî berjewendiyên rejîmekê ava bikin.
Osman, daxuyand ku wan jî wekî YPG’ê li hemberî van talukeyan xebatên xurt kirina rêxistinkirinê dane destpêkirin û di vê çarçoveyê de li Serêkaniyê amadekariyên xwe temam kirine. Osman, got ku di encama van amadekariyan de ew Tabura Şehîd Erdal îlan dikin.
Piştî Osman, birayê birayê Şehîd Erdal jî axivî û keyfxweşiya xwe anî ziman.
Piştî merasîmê, Tabura Şehîd Erdal, bi nîzama leşkerî heta navenda bajêr meş li dar xist.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku li Rojavayê Kurdistanê û bajarên mezin ên Sûriye paytext Şam û Helebê Kurdan diparêzin, gelek caran bang li ciwanên Kurd kirine ku neçin leşkeriya rejîma Sûriyeyê. Li ser vê bangê keç û xortên Kurd tevlî nava refên YPG’ê dibin û gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê diparêzin. YGP’ê di 19’ê Tîrmehê de ango di dema rizgarkirina bajarê Kobanîyê de bi awayeke fermî avabûna xwe ragihandibû. Her wiha, YPG li hemberî êrîşên rejîma Esad ên li hemberî Kurdan çalakiyên bersivdanê pêk tîne. Li gorî texîmanan hejmara milîtanên YPG’ê zêdetirê 10 hezar e û herî dawî li Qamişlo, Efrîn û Kobanê 3 tûgay ava kir.