YPG'ê li dijî heşîşê operasyonek pêk anî

YPG'ê li dijî heşîşê operasyonek pêk anî

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku demek beriya niha hişyarî kiribû û xwestibû ku tu kes bazirganî û çandiniya madeyên heşîşê neke, îro li Kobanê operasyon da destpêkirin.

Li Rojavayê Kurdistanê, piştî ku gel rêveberiyên bajaran bidest xistin û saziyên xwe avakirin, niha jî xwe ji qirêjiyên rejîmê paqij dike. Yek ji van qirêjiyan jî çandina kirkirê (Kenevîra Hindê) e. Rejîma Baasê di çarçoveya plana dejenerekirin û tunekirina civakê de, bi taybetî li bajarê Kobanê çandina kirkirê dabû destpêkirin û teşwîqkirin.

Lê piştî destpêkirina pêvajoya şoreşê, sazî û rêxistinên kurdan, li hemberî vê yekê têkoşîn da destpêkirin. Ji bilî saziyên siyasî û civakî, hêza parastinê YPG jî ket nava liv û tevgerê.

Tugaya Şehîd Sadiq a YPG’ê hefteyek beriya niha daxuyaniyek dabû û xwestibû ku tu kes bazirganî û çandiniya heşîşê neke. Piştî vê hişyariyê yekînên Tûgaya Şehîd Sadik îro li hemberî kesên ku çandiniyê dikin operasyon da destpêkirin.

Di operasyona ji gundê Mînasê hate destpêkirin û li mezrayên Ebroj û Sorgulê, her wiha çend gundên din dom kir de, li malan lêgerîna heşîşê hate kirin, li zeviyan jî heşîşa hatiye çandin hate derxistin û şewitandin. Di operasyonê de gel jî piştgirî da hêzên YPG’ê.

Rayedarên YPG’ê diyar kirin ku ev operasyonên wan dê bidomin û ew destûrê nadin pêkanînê ku nîzaman civakê xirab dikin. Rayedaran her wiha anîn ziman ku hemû hewldana wan ji bo avakirina civaka exlaqî û polîtîk e û naxwazin civak zirarê bibîne.