Li bajarê Efrînê komek çeteyan ku tê gotin girêdayî dewleta Tirkiyeyê dixebite, xwest êrîşî gundê Êzidiyan bike û hinek kesan bigire, lê hêzên YPG'ê bersiv da û kom ji gund dûr xist.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komek çeteyan a bi navê Emmar Dedîxî ku tê gotin girêdayî dewleta Tirkiyeyê dixebite, xwest bikeve gundê Êzidiyan Qestel ê li nêzî herêma Ezazê ya girêdayî bajarê Efrînê.
Hate gotin ku koma çekdar xwestiye ji gund çend kesan bigirin û bixwe re bibin, lê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) mudaxele kiriye û pevçûn rû da.
Hate ragihandin ku piştî pevçûnek kurt, koma çekdar paşve vekişiyaye. Di pevçûnê de kuştî birîndar çênebûn.