YPG’ê êrîşên çeteyan şikandin, 38 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê 11’ê Îlonê êrîşekî berfireh li hember çeperên wan ên li Başûrê gundê Azawî ya Şedadê li dar xistin. Di şer de 38 çete hatin kuştin, jimarekî zêde cebilxane hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî diyar kir ku êrîşa çeteyên DAIŞ’ê yê li hember çeperên wan ên li Başûrê gûndê Azawî yên Şedadê hate lidarxistin hatin şikandin û di encamê de jî gundê Gişgiş û Zenat ên girêdayî şedadê hatin rizgarkirin, 38 çete hatin kuştin, jimarek zêde cebilxane hatin desteserkirin.

YPG’ê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê 11’ê Îlonê êrîşek berfireh birin li ser xeta parastina hêzên wan ên li Başûrê gundê Azawî ya giredayî Şedadê. Hêzên YPG’ê li ser vê yekê bersivek tund dan êrîşê çeteyan. Piştî şikandina êrîşê çeteyan hêzên wan li vê qadê operasyonek lidarxistin. Di encama vê operasyonê de gundê Gişgiş û Zenat ên giredayî Şedadê ji çeteyan hat paqijkirin.

YPG’ê wiha anî ziman: “Di şerên dijwar a du roj de 3 wesayîtên teqemenî barkirî yê çeteyan hatin ruxandin. Qasî hat zelalkirin di van şeran de 38 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Hêzên me li vir dest danîn li ser wesayîtekî topa 57, wesayîtekî doçka barkirî û gelek alavên leşkerî. “

YPG’ê destnîşan kir ku di şerê dijwar ê 2 rojan de 9 hevalên wan gihiştine şehadetê.

ÊRÎŞÊN ARTEŞA TIRK BERDEWAM DIKIN

YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk şeva 12’ê Îlonê bi çekên giran êrîş bir li ser gundê Til Simbil ê dikeve Rojhilatê Kobanê.