YPG’ê: Di şerê dijwar ê 3 rojan de li herême Şedadê 55 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandina YPG’ê da xuyakirin ku piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya ku 11’ê Îlonê li dijî gundê Azawî ya girêdayî Şedadê destpê kir, şerê dijwar rû da û di 3 rojan de 55 çete hatin kuştin, gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin an jî ruxandin.

Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku encama şerê li derdora gundê Azawî ya giredayî Şedadê ya ku piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 11ê Îlonê destpêkiribû duh bi daxuyaniyekê hatibû ragihandin û got; “Di heman herêman de çeteyên DAIŞ’ê şevê din jî bi 2 maşîneyên teqemenî barkirî êrîşek li dar xistin. Her 2 maşîne jî beriye bigîhêje çeperên hêzên me hatin ruxandin.

Piştî şer rawestiya, hêzên me xebatên lêgerîne dabûn destpêkirin. Ev xebatên hêzên me jî bi dawî bûn.

Li gor vê, di şerên dijwar a 3 rojan de bi giştî 55 çete hatin kuştin (di daxuyaniya duh de 38 çete hatibû gotin. Ev hijmar jî di nav van 55 çeteyan de ye). Dîsa 6 maşîneyên teqemenî barkirî, 1 maşîneya leşkerî, 1 treks, 1 maşîneya topa 57 hatin ruxandin.

Hêzên me li van qadan tevî 13 termê çeteyan, dest danîn li ser 3 klêş, 1 roketavêja RPG, 1 doçka 12.5mm, 1 doçka 14.5mm, 1 çeka SPG9, 1 topa 57, 1 maşînekî doçka, 2 hawanên bi dest hatî çekirin, 20 guleyên katûşa.”