YPG’ê bîlançoya êrîşên artêşa Tirk weşand

Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê ve bîlançoya êrîşên artêşa Tirk a ji Çileyê heta Tebaxê ragihand.

Navenda Ragihandina YPG’ê da xuyakirin ku artêşa Tirk ji destpêka sala 2016’an heta 24’ê Tebaxa heman salê; 9 caran sînorê Rojava derbas kiriye, 85 caran bi top û çekên giran axa Rojava kiriye hedef, 10 welatiyên sivîl qetil kirine û 24 welatî jî birîndar kirine.

YPG’ê bîlançoya êrîşên artêşa Tirk a li dijî xaka Rojava wiha rêz kir:

“Li Dêrikê 2 caran êrîş hatine lidarxistin, 3 caran jî sînor hatiye derbaskirin.

Li Serêkaniyê 2 caran êrîş hatine lidarxistin, welatiyek sivîl jiyana xwe ji dest daye.

Li Girê Spî 10 caran êrîş hatine lidarxistin, 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Li Kobanê 65 caran êrîş hatine lidarxistin, 5 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Li Efrînê 6 caran êrîş hatine lidarxistin, 3 şervanên hêzên sînor birîndar bûne.

9 caran sînorê Rojava derbaskirine.

85 caran bi top û bi çekên giran êrîşî axa Rojava kirine.

Di encama van êrîşan de 10 welatiyên sivîl hatin qetilkirin û 24 wealtî jî birîndar bûne.”