Fermandariya Giştî ya YPG'ê, bûyerên wekî yên li Eşrefiyê qewimîne ji şoreşa Sûriyeyê xizmetê nakin, zirarê didin her du aliyan, lê hinek derdorên kurd dîsa hewl didin ku tevlîheviyan derxînin û bi van komên çekdar re hevdîtinan pêk tînin. YPG'ê aşkera kir ku yek ji van kesan jî Endamê Encumenî Niştimanî Dr. Evdîn e û xwest ku ev aliyên kurd helwesta xwe aşkera bikin. YPG'ê diyar kir ku Desteya Bilind a Kurd jî li hemberî bûyerê bêdeng maye û xwest ku helwesta aşkera bike.
Serfermandariya YPG'ê derbarê komkujiya Taxa Eşrefiye ya Heleb û bûyerên li derdora wê qewimîne, her wiha geşedanên piştre hatine jiyandin daxuyaniyek nivîskî weşend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî pevçûnan, di navbera YPG'ê û komên çekdar de heta niha hevdîtenek fermî çênebûye û wiha hat gotin: "Hevala me hîn di destê wan de ye, dîlên wan jî di destê me de ne. Axaftin çêdibin, lê hîn encamek nehatiye girtin. Ji sivîlên ku ji aliyê van koman ve hatibûn girtin jî hîn 60 kes di destê wan de ne. Ji ber ku sivîl hemû li cihekê nehatibûn girtin, kom bi kom berdidin." Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komên çekdar li ser riya Heleb û Efrînê welatiyan tehdît dikin, sivîlan digirin û îşkence li wan dikin.
'EV BÛYER XIZMETA ŞOREŞÊ NAKIN'
Di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin YPG jî wekî Artêşa Azad di wê baweriyê de ye ku ev bûyer xizmeta şoreşa Sûriyeyê nake û ev tişt hatin gotin: "Em vê bûyerê wekî bûyerek li dijî şoreşa Sûriyeyê dibînin. Em herdu jî, li dijî rejîmê ne, pevçûnên wiha zirarê digihijîn me. Lê hinek komên çete zirarê didin me. Em jî dixwazin tiştên wiha çênebin. Me berê hişyarî jî kiribû ji bo Artêşa Azad ku ev komên xwe girêdayî didin nasîn dê komployê çêbikin."
'ENDAMÊ MECLÎSA NIŞTIMANÎ BI KOMÊN ÇEKDAR RE HEVDÎTINAN ÇÊDIKE'
Li ser geşedanên ku piştî bûyerê çêbûne jî di daxuyaniyê agahî hatin dayîn û hate gotin ku hinek derdor dixwazin bûyeran mezin bikin." Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di encama lêkolînên YPG'ê de derketiye holê ku hinek aliyên kurd di nava van hewldanan de ne ev tişt hatin gotin: "Yên ku ev komên çekdar tahrîk kirine jî ev aliyên kurd in. Ev aliyên hanê niha dîsa di dewreyê de ne. Dixwazin bi van komên çekdar re hevdîtinan pêk bînin. Di nava 2 rojên dawî de, hinek endamên Encumenî Niştimanî Kurd hevdîtin çêkirine. Yek ji van jî endamê Encumenî Niştimanî Dr. Evdîn e. Ew bixwe ji Efrînê ye û li Helebê rûdine. Di hevdîtinê de xwe wekî nûnerê kurd nîşan daye. Di hevdîtinê de li ser mijara ka dê çawa li dijî me kar bikin hatiye rawestîn. Dixwazin taxên kurdan ên li Helebê bikevin bin destê Artêşa Azad."
'BILA EV PARTIYÊN KURD HELWESTA XWE AŞKERA BIKIN'
Di daxuyaniya YPG'ê de hate diyarkirin ku tu eleqeya van hewldanan bi pirsgirêka kurd re tune ye û ew destûrê nadin pêkanînên neweyî li kolana kurd çêbibin. YPG'ê herwiha hişyariya, "Divê aliyên kurd helwesta xwe diyar bikin" li partiyên kurd kir.
'DIVÊ DESTEYA BILIND VAN DERDORAN DERXÎNE HOLÊ'
Ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêşîlêgirtina tevlîhevkirina di daxuyaniyê de li ser rola Desteya Bilind a Kurd jî hate rawestîn. Di daxuyaniyê de rexne li Desteya Bilind hate kirin û ev tişt hatin gotin: "Ev peywîr dikeve ser milê desteya Bilind. Divê kes an jî derdorên ku rê li ser şerekî di navbera kurd û Artêşa Azad de vedikin derxîne holê. Em nihekan dizanin, lê em dixwazin Desteya Bilind aşkera bike. Ger ku vê yekê neke, em ê wekî YPG'ê helwesta xwe nîşan bidin. Heta niha Desteya Bilind tiştek nekiriye, xwe li derve girtiye. Me navê partiyek aşkera kir, niha navê kesek ku dixwaze tevlîheviyan derxîne jî aşkera dikin. Lê ku Desteya Bilind tiştekî neke, em dibêjin mesele ji me re hatiye hiştin û em ê helwesta xwe nîşan bidin."
'LI KOBANÊ XWESTIN TEVLÎHEVÎ DERKEVE'
Di daxuyaniyê de li ser bûyera ku piştî pevçûna Helebê li Kobanê qewimî bû jî hate rawestîn û wiha hat domandin: "Wekî hemû Kurdistanê li Kobanê jî meşa şermezarkirina komkujiya Eşrefiyê çêbû. Li Helebê êşek mezin çêbibû, lewre hestên gel li pêş in. Ji ber vê yekê jî, beriya meşê ji bo ku alozî dernekeve, ji hinek partiyên ku alên Artêşa Azad daliqandibûn hate xwestin alan ji bo demekê daxînin. Lê nehate bicîhanîn. Li ser vê yekê cara duyemîn ev daxwaz hate kirin. Piştre ev daxwaz hate qebûlkirin, lê tenê partiyekê pêk ne anî. Di meşê de jî ciwanên kurd xwestin alên oposîzyonê daxînin. Li ser vê yekê hinek alozî derketin. Di bûyeran de hinek hêzên me jî hebûn. Yanî hêzên me ji bo ku bûyer mezin nebin mudaxele kirin." Di daxuyaniyê bal hat kişandin ku tişta li Kobanê çêbûye ne helwestek wan a rêxistînî ye û diviyabû ne gihiştiba vê astê.
'RÊZDARIYA ME JI BO ALA ARTÊŞA AZAD HEYE'
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî bûyera li Kobanê, hinek partiyan xwestine vê yekê bikin fitne, YPG û Artêşa Azad bînin hemberî hev. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku herkes dizane YPG û Artêşa Azad di nava danustandinan de ne, di gelek aliyan de jî alîkariya hevdû kirine, lê YPG neheqiyan jî qebûl nake û ev tişt hatin gotin: "Nêzîkahiya me ya azadiyê ji Artêşa Azad cuda ye. Ew jî qebul dikin. Rêzdariya me ji bo ala wan heye, em wê wekî ala şehîdên Sûriyeyê qebûl dikin. Artêşa Azad vê yekê baş fêm dike."
'YÊN VÊ YEKÊ DIKIN DIBIN ŞIRÎKÊN QATILÊN KURDAN'
YPG'ê di daxuyaniya xwe de pirsa "Ew al ji bo we çi îfade dike, ji bo gelê kurd çi îfade dike?" ji partiyên kurd kir û cîh da van gotinan: "Bila vê yekê zanibin. Bûyer li Helebê çêbûye, li wir jî şermezarkirin heye. Lê yên li dijî derdikevin û dixwazin tevlîheviyan derxînin, heta dawiyê dibin şirîkên qatilên kurdan. Ev bûyer roj bi roj hesasbûnê derdixîne. Qatilên kurdan li ku bibin bila bibin dê bibin hedefa YPG'ê. "
'MAFÊ HEMÛ KESÎ HEYE KU MEŞAN LI DAR BIXE LÊ...'
Têkildarî biryara meşa li dijî YPG'ê ku hinek partiyên kurd girtiye jî di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Li ser vê bûyera Kobanê hinek partiyên kurd biryar girtine ku roja Sêşemê li dijî YPG'ê meşekê li dar bixin. Mafê hemû kesî heye ku meşan li dar bixe. Lê em aşkera dibêjin; ku ev meş bibe sedema fitneyekê, dê helwesta me dijwar be. Lê meşa demokratîk be, mafê wan e. Em hêvîdarin ku hemû kes bi aqlêselîm tevbigere. Di vê bûyerê de xeletiya xortên me çêbibe jî, sedem kesên ku ne li gorî aqlê selîm tevgeriyan e. Bila ji xwe bi pirsin."
'EM DI ŞOREŞA SURIYEYÊ DE CIHÊ XWE DIGIRIN'
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku YPG cihê xwe di şoreşa Sûriyeyê de cihê xwe digire û li dijî rejîm faşîst a baasê têdikoşe. Têkildarî mijarê ev gotin hatin rêzkirin: "Lê bila hemû kes baş nzanibe ku em nakevin xizmeta tu kesî .Bila tu kes li bendê nebin. Em li derveyî herêmên kurdan li tu derekê tevnagerin û xwe tevlî tiştekî nakin. Em hêvî ji rêveberên Artêşa Azad dikin ku ji bo di Sûriyeyê de pêşketinek çêbibe, ji rêbaza YPG'ê hêz bigire, sud werbigire. Cuda tiştek çêbibe jî gelê kurd dikare li her derê parastina xwe bike. Lê em helwesta berevajî vê jî qebûl nakin. Ev ne helwesta şoreşê ye, li dijî rejîmê ye, helwesta rejîmê bi xwe ye. Em hêvî dikin ku tu kes nekeve nava tehrîkan."