YPG: Artêşa Tirk êrîşî gundên Kobanê kir

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî gundên Kobanê dewam dikin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî gundên Kobanê dewam dikin. Di daxuyaniyê de li ser êrîşên li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê jî agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê de hat ragihandin, êrîşên hevpar ên komên çeteyên faşîst ên ser bi Koalîsyona Sûriyeyê yên li hemberî taxa Şêx Meqsûdê dewam dikin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Komên çete di 23'ê Hezîranê de bi hawan û topên dojehê êrîşî taxa Şêx Meqsûdê kirin. Hêzên me li hemberî van êrîşan, li herêma Seken Şebabê derketin operasyonê. Di encama vê operasyonê de 2 endamên çete hatin kuştin.

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK

Êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî xaka Rojava dewam dikin.

Roja 23'ê Hezîranê saet di 16:30 de, bi çekên giran gule li gundê Korelî yê li rojavayê Kobanê ye, reşand.

Artêşa Tirk di şeva heman rojê de bi çekên giran êrîşî çeperên li gundê Aşmê yê li rojavayê Kobanê kir.

Di şeva 23'ê Hezîranê de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîş birin ser gundê Ziyaretê yê li rojavayê Kobanê ye."