YPG: 3 gund hatin azadkirin, 7 çete hatin kuştin
Di roja 44. a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de li başûrê Girê Spî û Silûkê 3 gund hatin azadkirin û 5 çete hatin kuştin. Li Til Berakê jî êrîşa çeteyan hat şikandin û 2 çete hatin kuştin.
Di roja 44. a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de li başûrê Girê Spî û Silûkê 3 gund hatin azadkirin û 5 çete hatin kuştin. Li Til Berakê jî êrîşa çeteyan hat şikandin û 2 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di roja 44. a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de, operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên Kantonên Kobanê û Cizîrê, li başûrê Girê Spî û Silûkê dewam dikin.
LI BAŞÛRÊ SILÛKÊ 3 GUND HATIN RIZGARKIRIN, 5 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navendê diyar kir ku duh gundên Qantariyê yê li ser rêya başûrê Silûkê ye hatiye azadkirin û pêşdeçûna hêzên YPG/YPJ'ê ya di ser heman rêyê ber bi rojava ve, dewam dike. Li gorî daxuyaniyê duh bi şev li vê herêmê 2 gundên din jî ji çeteyan hatin paqijkirin û di encama rûxandina maşîneke leşkerî de 5 çete hatine kuştin.
4 ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN
Navendê got, "Di pevçûnên 24 saetên dawî yên li herêmê qewimîn de 4 hevrêyên me yên bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê.
LI BAŞÛRROJHILATÊ TIL BERAKÊ 2 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku duh bi şev çeteyên DAIŞ'ê hewl dan êrîşî gundê Sikêniyê yê li li başûrrojhilatê Til Berakê bikin û di encama destwerdana hêzên YPG/YPJ'ê de êrîş hat şikandin û 2 çete hatin kuştin.