YPG: 22 gund hatin azadkirin, 25 çete hatin kuştin

YPG'ê da xuyakirin ku di çarçoveya operasyonên wan ên dewam dikin de 22 gund hatine rizgarkirin û diyar kirin ku di nava 24 saetên dawî de 25 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di roja 43. a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de, operasyonên hêzên wan ên Kantonên Cizîr û Kobanê yên li hemberî çeteyên li Girê Spî û derdora wê, dewam dike.

Navendê diyar kir, ku hêzên YPG/YPJ'ê duh piştî nîvro ji bajarokê Silûkê ve bi 2 baskan ber bi başûr ve bi pêş diçin û ev agahî bi raya giştî ra parve kir:

"Operasyonên ji bo serweriya li ser rêyên ji aliyê Reqa û Ayn Îsa ve tên, dewam dikin. Hêzên me di nava 24 saetên dawî de gundên Sexra, Xazuga, Til Tewîla, Ca'fer, Bîr Etiyê, Genterî û Tirwaziye, 15 gundên navê wan nehatiye zelalkirin, tevî navenda Kerebe ya li ser rêya duwelî ji çeteyan paqijkirin. 

Hêzên me, li qada Newala Hutê ya 12 kîlometre li başûrê bajarokê Silûkê ye, korta ku çeteyên DAIŞ'ê mirovên sîvîl bi saxî an kuştî diavêt, xistin bin serweriya xwe."

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di nava 24 saetên dawî de bi qasî hatiye tespîtkirin, 25 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.