Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku mayînek çeteyan di wesayîtek sivîlan de teqiya, di encamê de welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn, YPG’ê destnîşan kir ku di xebatên lêgerînê de depoyên çeteyan ên binerd dîtine.
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê xebatên lêgerînê yên hêzên wan de, her wiha der barê teqîna mayîna çeteyan ku duh pêk hat daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin wiha ye: “Şevê din li nêzî bajaroka Silûk mayînên çeteyên DAIŞ’ê bi cih kiribûn, bi wesayîteke sivîlan de teqiya. Di encama teqîna mayîna ku li ser rêya depoyên genim ên El-Zeydî de hemwelatiyek me ya di nava wesayîtê de gihişt şehadetê, 5 welatiyên me yên din jî birîndar bûn.”
Di berdewama daxuyaniyê de jî ev tişt hate gotin: “Hêzên me duh li gundê Til Hemema Tirkmenan a giredayî bajaroka Silûk, operasyonek lêgerînê li dar xistin. Di operasyonê de hin depoyên binerd ên çeteyên DAIŞê çekiribûn hatin dîtin. Hêzên me panzerek û 2 fuzeyên di nava van depoyan de bi dest xistin.”