Navenda Ragihandina YPG’ê der barê encamên berxwedana hêzên YPG’ê li herêmên Cizîrê û Kobanê de yên 24 saetên dawî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku 19 çete hatine kuştin û du gundên herêma Kobanê ji çeteyan hatine rizgarkirin. Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku cenazeyên 26 çeteyan ketine destên şervanan û miqdareke çek û cebilxaneya çeteyan jî desteser kirine.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandina YPG’ê de ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hatiye weşandin de der barê berxwedana şervanên YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li herêma Cizîrê wiha hate gotin: “Pevçûnên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê 23’ê Sibatê ya li hember sînorên rojavayê Kantona Cizîrê destpê kiribûn berdewam dikin.
Hêzên me, ew êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi armanca bidestxistina pira Xerîta ya stratejîk a di navbera Til Temir û Hasekê de, şikandin. Duh roj û şev li qada Xerîta di navbera hêzên me û komên çeteyan de cih bi cih pevçunên biçûk hatin jiyîn. Di van pevçûnan de bi qasî hat zelalkirin 10 çete hatin kuştin.
Hêzên me yên ku di qadên pevçûnan de xebata legerîn dimeşinîn, heta niha termên 26 çeteyên ku di pevçûnên 3 rojan de hatibûn kuştin, dîtin. Her wiha 22 kleş û 44 şerjora kleşan, 2 BKC û 6 zincîrên BKC, 8 bombeyên destan, 2 bombeyên bi destan hatine çekirin, 5 bêtêl û debenceyek desteser kirin. Li herême topbarana komên çeteyan a bi çekên giran berdewam dike.”
Di berdewama daxuyaniyê de der barê berxwedana hêzên YPG’ê li herêma Kobanê de jî ev agahî hatin dayîn: “Berxwedana Kobanê ya li hember hewldana dagirkeriya rexistina terorî ya DAIŞ’ê tên meşandin roja xwe ya 208’emîn de berdewam dike.
Operasyonên ku hêzên me 8’ê Nîsanê li başûrrojhilate Kobanê dabû destpêkirin berdewam dikin. Duh di operasyonê de hêzên me gundên Goktepe û Goçekmen ku hedef girtibûn ji çeteyan paqijkirin û azadkirin. Piştî hêzên me herdu gund rizgarkirin, çeteyan bi du tirimpêlên bombebarkirî xwestin êrîş bikin, lê rastî bersiva hêzên me hatin û her du tirimpêl di nava çeteyan de hatin teqandin û hat rûxandin. Dîsa di van pevçûnan de 2 tirimpêlên çeteyan a ku dixwastin wekî alîkarî werin hawara çeteyan jî tevî çeteyên têde hatin rûxandin.
Di operasyona duh de bi qasî hat zelalkirin 7 çete hatin kuştin. Hêzên me li vê qadê tevî 24 roketên xwe hewaneke 120mm, 8 roketa katuşa, 2 kleş, 1 dûrbîn, 2 bêtêl, 2 rext û wesayîteke çeteyan desteser kirin.
Duh di seatên êvarê de hêzên me li hember girê Qertêl a başûrrojhilatê Kobanê jî çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de jî 2 çete hatin kuştin.”