YNK,Goran, Yekgirtû û Komela Îslamî bêy PDK’ê dicivin

Patiya Komele Îslamî, YNK, Goran û Patiya Yekgirtûya Îslamî ku çar partiyên hevparên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ne,biryar girtin ku bêy PDK’ê li hev bicivin.

Tê payîn ku bi armanca guftûgokirina li ser çareseriya ji bo krîzên li Herêma Kurdistanê, her çar partiyên YNK, Tevgera Goran, Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê bicivin. Her wiha hat diyarkirin ku wê ev civîn bê tevlîbûna PDK’ê pêk were.

Têkildarî mijarê Serokê koma Komeleya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Merwan Gelalî diyar kir ku ji bo çareserkirina qirzên li herêmê pêşniyar kir ku herçar partiyên YNK, Goran, Komele û Yekgirtûya Îslamî di civînekî bêy PDK’ê de kom bibin.

Merwan Gelalî têkildarî armanca vê civînê jî wiha got; “Civîn ji bo yekbûna helwesta van aliyane ji bo çareseriya krîzên aborî û siyasî li Başûrê Kurdistanê. Êdî bêdengiya li hemberî vê rewşê û wiha dewamkirin, çênabe.”

Li gor agahiyên hatin girtin, her çar partî têkildarî li darxistina vê civînê li hev kirine, belê dem û cihê civînê nehatiye diyarkirin.

Ev jî di demekî de ye ku Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ragihandibûn weke helwesta li hemberî hebûna krîzên li Herêma Kurdistanê, wê piştî Cejna Qurbanê vekişîna xwe ya ji kabîneya heştem a hikûmetê nîqaş bikin û li ser biryar bidin.