YJA Starê di 20’emîn salvegera şehadeta gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bibîranîn.
Fermandiya YJA Starê daxuyaniyeke nivîskî da û gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş k udi 25’ê cotmeha 1992’an de di dema pevçûnek li Başûrê Kurdistanê de, ji bo keve dest xwe ji zinar de avêt û gihişt şehadetê bi bîr anîn.
Di peyama YJA’yê de wiha hat gotin: “Fermandara pêşeng ya artêşa me ya jinan Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) bûye sembola berxwedan û azadiya jina kurd. Ruhê wê yê têkoşînê îro bûye xeta têkoşîna jina kurd. Bêrîtan bi sekna xwe jineke mînak ya kurd bû. Bêrîtanê bi çalakiya xwe nîşan daye ku koletî û teslimiyetê tu carî qebûl nake û xwe ji zinar de avêtiye. Hevala Bêrîtan teslîmiyetî qebûl nekiriye. Artêşa YJA Starê ya jinan heta îro ji şopa Karataş de meşiyaye.
Peyamê wiha berdewam kir:
Bêrîtan modela hevaltiya bê sînor û bê dawî ya Rêber Apo ye. Bêrîtan di vê wateyê de mêjî û hefizeya azadiyê ye. ji ber vê jî YJA Star di şopa Bêrîtanê de dimeşe. Li dijî ferzkirinên dijmin yên teslîmiyetê xwe avêtine û dawî li jiyana xwe aniye. Vê yekê bi hêzên serdest re tirseke mezin afirandiye. Ji ber vê jî niha bi hezaran jinên kurd di zindanan de ne.”
Jina kurd ku di asta felseya jiyana azad ya Rêbertiya me de xwe bi rêxistin kiriye, xwedî vîn e, wêrek e, fedakar e û bê tirse. Ji ber vê jê ditirse. Dixwaze teslîm bigire. Jina kurd jî li dijî vê din ava serhildanê de ye. Îro di asteke pêşeng û bi hêz de ye. Mirin jî tê de her tişt daye ber xwe û tercîha xwe di alî azadiyê de kiriye..”