YJA STAR diyar kir ku wê hesabê gerîlaya YJA STAR a 10’ê Tebaxê di çalakiya rêgirtinê ya di navbera Mûş-Gimgim di pevçûnê jiyana xwe ji dest da û hêzên dewletê bêhurmetî li hember cenazeyê wê kirin bêbersiv nemîne.
YJA STAR a daxuyaniyeke nivîskî weşand got, “10’ê Tebaxê rêya di navbera Mûş-Gimgimê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin. Li ser vê çalakiyê di navbera gerîlayên me û artêşa TC a dagirker de pevçûnekê rû daye. 3 leşker hatine kuştin û hevrêya me gerîlaya YJA STAR Ekîn Van (Kevser Erturk) şehîd ketiye.
Piştî gerîlaya me ya YJA STAR Ekîn Wan şehîd ket, hêzên dewleta TC li hember cenazeyê hevala me ketine nav pêkanîn û tevgera ku di ti pîvanên mirovî û exlaqî de cih nagirin. Divê bê zanîn ku wê hesabê vê bêhurmetî, bêexlaqî û sûcê li hember gerîlayên me yên jin bê pirsîn.”