Cîgirê Hevserokê HDP’ê Nadîr Yildirim diyar kir ku Cîgirê Serokwezîr Veysî Kaynak gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berevajî dike, got; “Kaynak bi gotinên xwe ve dibêje mase, çareserî nîne, heta dawiyê şer.”
ANF
WAN
çarşem, 14 rezberê 2016, 16:12
Hilbijartiyên Wanê yên bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê tevlî greva birçîbûnê bûn û li ser hevdîtina Birayê Ocalan Mehmet Ocalan greva birçîbûnê bi dawî kirin, ji bo pîrozkirina cejnê bi gel re civiyan.
Di pîrozkirinê de ku li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Wanê pêk hat, Cîgirê Hevserokê HDP’ê Nadîr Yildirim, Hevserokê DBP’a Wanê Yakûp Ataş, Hevserokên DBP’a WAnê Sevînç Şeker û Mûrat Sarisaç, Endamên Meclîsa DBP-HDP, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Hevşaredara Îpekyolûyê Berîtan Tayan, Hevşaredarê Payîzavayê Yildiz Çetîn, Hevşaredarê Mehmûdiyê Abdulkadîr Çalişkan, Hevşaredarê Bêgirê Mehmet Alî Tûnç, Rêveberê TÛYAD-DER’ê ya Wanê Mûrat Doner, Endama Meclîsa DBP’ê Gulcîhan Şîmşek, Rêxistinên HDP-DBP’ê, Hevşaredar, Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên KJA, nûnerên saziyên civaka sivîl û gel amade bûn.
Piştî pîrozkirina cejnê, Cîgirê Hevserokê HDP’ê Nadîr Yildirim axivî, li dijî gotinên Cîgirê Serokwezîrê Tirk Veysî Kaynak a mîna, “HDP peyamên Ocalan rast fêm nake” nerazîbûn nîşan da.
Yildirim destnîşan kir ku hê li ser navê dewletê bi israr polîtîkayên qetlîam û şer ferz dikin, wiha dewam kir; “Hefteya bihurî Yildirim got çareserî mareserî nîne. Niha jî hewl didin peyama Ocalan berevajî bikin, mejiyê wan ranagire. Ne xwedî wê ferasetê ne ku wê perspektîfê bigirin û pêwîstiyan bi cih bînin. Cîgirê Serokwezîr Kaynak dibêje, ‘Di peyama Ocalan de muxatab ne HDP, dewlet e’. Lê, di peyama Birêz Ocalan de tiştekî wisa nîne, bila berevajî nekin. Eger ne xwedî wê feraseta ku dikarin peyamê bixwînin bin, bila êdî bes binirxînin. Birêz Ocalan dibêje, ‘projeyên me hene, 40 sal in bi şer we nikarîbû Kurd bi dawî bikirina, wisa biçe hê Kurd dikarin 80 salên din li ber xwe bidin. Eger wê rast nêz bibe, bila dewlet were em di 6 mehan de çareser bikin.’
KCK’ê jî beriya mehekê daxuyaniyek dabû. Gotibû em pirsgirêkan bi rêka diyalog û muzakereyan çareser bikin. Lê, hikûmeta AKP’ê û dewlet tevahî van hewldanan kir amûr, îstîsmar kir. Divê dewlet gavên çareseriyê neke amûr, cîdî be. Cîgirê Serokwezîr Veysî Kaynak vê rewşê berevajî dike. Divê gelê me vê baş bizane, mejiyê AKP û Qesrê heta li ser desthilatdariyê be muxatabê çareseriyê nîne. Heta ev zîhniyet hebe wê şensa çareseriyê nede. Veysî Kaynak dibêje, ‘Çareserî mareserî nîne, heta dawiyê şer.’ Em jî ji gelê xwe re dibêjin; em wek sazî û dezgehên demokratîk ên Kurdan, di vê nuqteyê de bêdudilî ne. Di çareseriya Kurd de muzakere xwedî girîngî ne. Lê, eger rê li ber vê neyê vekirin, em xwedî ew hêz in ku dikarin li dijî ferzkirina teslîmbûnê berxwedana herî bi heybet a dîroka xwe nîşan bidin. Her çiqasî wan şerê topyekun dabin destpêkirin jî têkoşîna me ya 40 salan derfetên berxwedanê û çanda wê pêş xistiye. Li dijî her cure êrîş, hilweşînên wan hêza me ya berxwedanê heye. Pêwîst e her kes di vê mijarê de bê teredut be.”