Yeketiya Gaziyên Kurdistanê bi boneya 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê daxuyaniyekî nivîskî da û damezirandina PKK’ê pîroz kir. Her wiha destnîşan kir ku, PKK li hemberî vebijêrka mirin û tunebûnê vebijêrka azadiyê ye.
Yeketiya Gaziyên Kurdistanê bi boneya 34’mîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê daxuyaniyekî nivîskî da û ragihand ku, PKK li hemberî vebijêrka mirin û tunebûnê, vebijêrka azadiyê ye. YGK’ê di daxuyaniya xwe de avabûna 34’mîn damezirandina PKK’ê silav kir û girîngiya PKK’ê di dîrok gelê Kurd de vegot.
Di daxuyaniya Yeketiya Gaziyên Kurdistanê de ev tişt hatin gotin:
“Kurd beriya PKK derkeve di dema xwe ya herî bê hêvî û bê teqat de bû. Hema bêje Kurdistan bibû welatek winda di nava qedera xwe de û bi qedera xwe jî êdî razî bibû. Rêbertî ev rastî hemu dîtin û li ser analîzek ku têra şoreşê dikir “Kurdistan Di nava Mêtingeriyê de ye” dest bi xebata Partî kir bi hevaltiya herî paqij ya Heqi, Mazlûm, Xeyrî, Akif, Mehmet Hoca û hwd destpêkê hêvî çêkir û bawerî çêkir. Li ser şehadeta mezin ya Hevalê Heqî Karer tevger ava kir. Yanî Partî li ser hevaltiya mezin hatiye avakirin. Hevaltiya ku di her demên teng de ji tevgerê re bûye bêhn da ku pê bimeşe. PKK li hemberî rastiya Kurd ku digotin va ye me xist mezelê jî rabûneke tolhildanê ye. Tolhildana hemû êşên Kurdan. PKK li hemberî vebijêrka mirinê û tunebûnê, vebijêrka azadiyê ye.
Her sala ku derbaz dibe jî ji bo Kurdan deskeftiyên mezin bipêş dixe her tim mezin dibe. Ji ber vê jî ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemu gelên bindest dibe îlhama azadiyê. Em di serdemek ku Kapitalîzm êdî ji hev dikeve de derbaz dibin, li hemberî wê modela herî berbiçav ya ku ji pirsgirêkan re bibe bersiv jî PKK ye. Li hemberî hemu deskeftiyên Kurdan li ser xala 5. ya NATO’yê Tirk û hêzên derve dîsa dixwazin tevgera PKK’ê tasfiye bikin, ji bo PKK tasfiye bibe jî li ser Rêbertiyê eve nêzî salek û nîv ji her salî şidandîtir tecrit û îzolasyon tê meşandin, sedema wê helwesta Rêbertiyê li hemberî politikayên mijolkirin û xapandinê ye. Berxwedana Îmraliyê ji her kesî da nîşandan ku ji berxwedanê zêdetir ti riyeke din ji bo Azadî û hebûnê tUne ye. Pêngava gerilla ya destanwarî û berxwedana 2’mîn ya mezin ya zindanan ku 68 rojan bi vîneke bêhempa ji bo jiyanê li ber xwe dan li derdora Azadiya Rêber APO xelekek pir mezin da avakirin. Berxwedana gerilla û zindan bi xwe re serhildaneke ku herî asta bilind de hemu Kurdan bike yek ruhek ava kir. Ev heqîqeta PKK’ê ya 34’ane ku ti êrîş nikare vê tevgerê têk bibe.
Em wek hevalên Gazî minedariya xwe ji bo Rêber APO dişînin da ku derfet da me em jî bibin militanek vê tevgerê. Me parçeyek ji canê dabe jî em birûmetin ku ji bo armanceke mezin em jî tevlî vê karwanê bûn. Rûmeta herî mezin bi fikr û Ramanê Rêbertî têkoşane. Em çiqasî bînin ziman jî têra nake em dizanin, tişta dikeve ser milê me parastin û pêşxistina tevgerê ye, em ê bi vê bîr û baweriyê heta dawî bi PKK’ê re bi rumet bin.
Em li ser navê Gaziyên Kurdistanê damezrandina PKK’ê ya 34. destpêkê li Rêber APO, Şehidên, gelê me yê welatparêz, hevalên zindanan, hemû hevalên têdikoşin û dostên PKK’re pîroz dikin.”