Yeşîlmen li gundê lê ji dayik bibû spartin axê

Dayika 5 zarokan Selamet Menteş a li Nisêbînê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, li gundê Firfêl a Hezexê spartin axê.

Dayika 5 zarokan Selamet Menteş a li Nisêbînê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, li gundê Firfêl a Hezexê spartin axê.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di roja 3'emîn a qedexeya derketina derve de, dayika 5 zarokan Selamet Menteş li ber derê mala xwe bi cismek ku ji wesayîta zirxî ya polîsan hate avêtin jiyana xwe ji dest dabû. Yeşîlmen îro li gundê ku ji dayik bûye, spartin axê.

Cenazeyê Yeşîlmen, piştî karên otopsiyê yên li Mêrdînê ji aliyê malbatê ve teslîm hate girtin. Cenazeyê Yeşîlmen ji ber qedexeya derketina derve û êrîşên polîsan birin gundê Firfêl ê navçeya Hezex a Şirnexê. Cenazeyê Yeşîlmen li gund ji aliyê nûnerên saziyan û girseyeke qerebalix hate pêşwazîkirin. Hevjînê Yeşîlmen, ji ber tedawiya du zarokên xwe yên di êrîşa polîsan de birîndar bibûn, nikarîbû tevlî merasîma cenazeyê bibe.

Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Yeşîlmen bi dûayan spartin axê.

Ji bo Yeşîlmen li qada gund konê şînê hate danîn.