Yekîneyên di kontrola Tirkan de xwest bikevin Serêkaniyê

Yekîneyên di kontrola Tirkan de xwest bikevin Serêkaniyê

Hat îdîakirin ku yekîneyên Artêşa Sûriyeya Azad ya ku alîkariya pere û çekan ji Tirkiyeyê werdigire û navenda wêli Tirkiyeyê, ji Hatay di bin çavdêriya MÎT û Serfermandariya Artêşa Tirk de bi wesayitên sivîl endamên Artêşa Azad veguhestin navçeya Serêkaniya Rihayê û hewl didin bikevin navçeya Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tabûrek a Artêşa Azad a ji 600 kesan pêk dihat, di bin kontrola MÎT û Serfermandariya Artêşa Tirk de derbasî Tirkiyeyê kirine û di bin çavdêriya sûbayên Tirk ji Hatayê bi dizîka şandine Serêkaniya Bakurê Kurdistanê.

Hat diyarkirin ku ji bo bikevin Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê, yekîneyan li sê nûqteyan bi cih kirine. Hat diyarkirin ku sûbayên Tirk ên bi kincên sivîl ve li Serêkaniya Rojava hatine bicihkirin.