Yekem konvoya alîkariyê ji Cizîrê gihîşt Kobanê
Piştî şikandina ambargoya li ser Kobanê ya bi azadkirina Girê Spî re, konvoyek ji qemyonên alîkariyê ji Cizîrê gihaşt Kobanê.

Piştî ku hêzên YPG/YPJ’ê û Bûrkan El-Firat bajarê Girê Spî û hemû herêmên di navbera kantonên Cizîrê û Kobanê ji çeteyan paqij kirin, ambargoya li ser Kobanê bi dawî bû.
Bi vê yekê re, danê vê sibehê konvoyek ji 10 Sehrîcên mazotê (depoyên mazotê) û 5 qemyon ard, ji kantona Cizîrê ber bi Kobanê ve bi rê ketin. Qemyonên ard û depoyên mazotê gihîştin Kobanê.
Bi vê yekê re yekem konvoya alîkariyê piştî gihaştina hev a Kantonên Cizîr û Kobanê, xwe gihand Kobanê.