Li Colemêrgê piştî 3 tîmên taybet hatin kuştin, li dijî Gundê Dêzê yê Colemêrgê operasyon pêk hat û 5 karkerên HES'ê hatibûn binçavkirin. Yek jê zarok 5 kesên hatin binçavkirin, hatin girtin.
19'ê Cotmehê li nêzî gundê Dêzê gêrîlayên HPG’ê li dijî tîmen taybet çalakî pêk anîn û di şer de 3 tîmên taybet hatin kuştin. Piştî şer tîmên taybet li dijî înşaeta Santrala Hîndoelektirikê (HES) operasyon pêk anî û karkerên bi navê Resul Îhtiyatoglu, Kamuran Adiyaman, Suat û Muhsin Gumuşlu E.G. (16) hatin binçavkirin û birin Fermandariya Cendirmeyan ya Colemêrgê.
5 kesên sewqî dozgeriyê hatin kirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê jî derbarê 5 kesan de bi îdîaya “Endamê rêxistinê ne" biryara girtinê da û şand girtigehê.