YDG-H: Li Geverê pevçûnên dijwar rû dan
YDG-H’ê diyar kir ku piştî qedexeya derketina kolanan a duh li Geverê hat îlankirin, artêşa taybet a AKP’ê êrîşî taxan kiriye, piştî ciwanan dest bi xweparastinê kirine pevçûnên dijwar rû dane.
YDG-H’ê diyar kir ku piştî qedexeya derketina kolanan a duh li Geverê hat îlankirin, artêşa taybet a AKP’ê êrîşî taxan kiriye, piştî ciwanan dest bi xweparastinê kirine pevçûnên dijwar rû dane.
Tevgera Ciwanan a Welatparêz û Demokratîk (YDG-H)’ê diyar kir ku 20’ê Mijdarê saet 22.00’an li navçeya Gever a Colemêrgê qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Piştî qedexeyê li taxên Cumhuriyet û Orman di navbera artêşa taybet a AKP’ê û ciwanên xweparastin kirin de pevçûnên dijwar rû dan. Di encama pevçûnan de ciwanên bi navê Mehmet Reşît Arici û Naîm Noyen şehîd ketine. Di pevçûnan de hêzên faşîst jî windahî dane lê hejmara wan nehatiye zelalkirin.”
YDG-H’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:
“Çûnûhatinên navçeyê ku hatine girtin; qereqola Sinava bi obus û hawanan tax bombe kiriye. Di bomberdûmanan de li gelek malan zerara madî rû daye. Her wiha gelek leşker li taxên Kişla û Orman hatine bicihkirin. Sekvan li avahiyên bilind hatine bicihkirin û hêzên faşîst tax dorpêç kirine.”