YDG-H’ê têkildarî êrîşên li Şirnexê agahî da

Tevgera Ciwanên Welatparêzên Şoreşger YDG-H têkildarî êrîşên dewletê yên li Şirnexê berxwedana ciwanan li hember van êrîşan daxuyanî da.

Tevgera Ciwanên Welatparêzên Şoreşger YDG-H têkildarî êrîşên dewletê yên li Şirnexê berxwedana ciwanan li hember van êrîşan daxuyanî da.

YDG-H di daxuyaniya xwe de diyar kir ku berxwedêran wesayîteke Land Rover rûxandine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn: “Hêzên kontra yên di bin emrê AKP û qesrê de 22’yê Cotmehê saet nêzî 21.00’ê bi wesayîtên zirxî êrîşî taxên Karşiyaka û Şehîd Harûn yên girêdayî navçeya Silopiya Şirnexê kir. Li hember vê êrîşê ciwanên taxê li ber xwe dan. Di navbera ciwanên xweparastin pêş xistin û yekîneyên kontra de pevçûn çêbûn, di van pevçûnan de berxwedêrek birîndar bû.  Di encama parastina berxwedêran de wesayîteke Land Rover û gelek endamên yekîneyên kontra jî birîndar bûn. Dîsa 23’ê Cotmehê ciwanên li Taxa Yeşîl Tepe li ber xwe didin bi çekên luledirêj hatin gulebarandin. Di encama van êrîşan de 3 ciwan birîndar bûn. ”