YDG-H'ê kesên tevlî karê dejenerekirinê dibin hişyar kir

YDG-H Cizîra Botan, kesên tevlî karê dewletê yê dejenerekirinê dibin hişyar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li van kesan dikin ku dest ji vî karî berdin. Eger dest jê bernedin, wê ji her alî ve bibin hedefa me."

YDG-H Cizîra Botan, kesên tevlî karê dewletê yê dejenerekirinê dibin hişyar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li van kesan dikin ku dest ji vî karî berdin. Eger dest jê bernedin, wê ji her alî ve bibin hedefa me."

YDG-H Cizîra Botan der barê karên dewletê yên dejenerekirinê de ji bo gelê Botanê yê welatparêz daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Di vê dema ku em pêvajoya avakirinê û rizgariya civakî di asta herî bilind de dijîn, ji aliyekî ve em li hemberî hêzên ewlekariyê yên dijmin di nava têkoşînê de ne, ji aliyê din ve jî em hewl didin li hemberî polîtîkayên şerê taybet ên sîstemê gelê xwe zane bikin û bikin ku bi vê sekna xwe ya aktîf re destekê bidin têkoşîne."

'DIXWAZIN CIVAKÊ BIRIZÎNIN'

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Sîstema Tirk a mêtînger û dagirker, ji aliyekî ve bi êrîşên fîzîkÎ re polîtîkayên qirkirinê li ser gelê me ferz dike, li aliyê din jî li ser bingeha dejenerekirina çandî, ciwanên ku pêşeroja civaka me ne dejenere bike û ji nirxên xwe yên cewherî dûr bixîne. Divê ev yek were zanîn ku dizî, fûhûş, selefxurî, şertgirtin, bikaranîn û firotina narkotîkê ku ji rêzê tên dîtin, yekser ji aliyê saziyên şerê taybet ê sîstemê ve tên meşandin. Ev kar hemû ji aliyê polîsên şerê taybet ve tê teşwîqkirin û organîzekirin. Dixwazin mirovan bikişînin nava vê çiravê û civakê bi lez û bez birizînin û bikin ku mirov xwe înkar bikin. Li Cizîra Botan ku ji aliyê welatparêziyê ve baş tê naskirin, ev xebat bi salane tên meşandin û li ser vê bingehê dixwazin cewhera welatparêziyê birizînin."

'DIJDERKETINA LI VÎ KARÎ, SEKNEKE WELATPARÊZÎ Û ŞOREŞGERÎ YE'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku heta niha li hemberî vê polîtîkaya dewletê, ji ber sedemên cuda helwesta pêwîst nekariye bê nîşandan û hat gotin, "Ji îro û pê ve wê ti carî ev yek neyê qebûlkirin. Kesên ku vî karî bi zanebûn an jî nezanî dimeşînin, eger dixwazin wezîfeyên xwe yên însanî û welatparêziyê di asteke herî biçûk de jî bi cih bînin, divê derhal dest ji vî karî berdin. Yên tevlî vî karî bûne, divê zanibin ku li gorî polîtîkaya dijmin tevdigerin. Yanî ev xebat xebata sîxurî û dijmin e. Dijderketina li vî karî, sekneke welatparêzî û şoreşgerî ye."

'EGER DEST JÊ BERNEDIN, WÊ BIBIN HEDEFA ME'

YDG-H Cizîra Botan di dawiya daxuyaniya xwe de ev hişyarî da: "Em bang kesên ku heta niha tevlî vî karê tê wateya dijminatiya li civakê bûne, berdin. Eger dest jê bernedin, wê ji her alî ve bibin hedefa me. Bi taybetî, em kesên ku di bin navê şergirtinê de bi awayekî bêexlaqî pere qezenc dikin, qumarê didin lîstin hişyar dikin, ku der hal vî karî biterikînin. Eger kesên vî karî dikin heta 20'ê mehê dikanên xwe negirin, em ê bi rê û rêbazên cuda ceza li wan bibirin. Em hêvîdar in ku kesên van karên neexlaqî dimeşînin dest ji vî karî berdin. Ji dil û can em bawer dikin ku gelê me wê destekê bide me û em bang li mirovên xwe dikin ku li hemberî van êrîşan sekneke hevpar nîşan bidin. Ji dil û can em civaka xwe silav dikin."