Li navçeya Erxeniya Amedê kesê bi navê Mehmet Karadayi ji ber ku hevjîna wî xeyîdî û çû mala bavê xwe, xwesuya xwe bi çekê kuşt û bombeya destan jî avêt mala wê.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li gundê Yenîkoy ya girêdayên Erxeniya Amedê Mehmet Karadayi du hefte berê bi hevjîna xwe Melek re nîqaş kir. Hevjîna wî mala xwe terk kir û çû mala bavê xwe ya li heman gundî.
Karadayi ji ber vê yekê di demjimêrên serê sibê de çeka xwe û bombeyeke destan hilgirt û bi ser mala wan de girt. Karadayi bi kesên malbatê re nîqaşkir û gule li xwesû û xwezûrê xwe barand.
Karadayi piştre ji bo ku hevjîna xwe jî bikuje pîmê bombeya destan kişand û avêt hundirê malê. Bombeya destpêkê neteqiya û xwest ya duyemîn bavêje. Piştre birayê hevjîna wî Huseyîn Çaglar mudaxale kir. Emîn Çaglar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Çuco Çaglar jî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê.