Xwerêveberî rêveçûna demokrasiyê ye

Gerîla-nivîskar Tîmûr Fîdan ê 35 sal in di nava refên PKK'ê de ye diyar kir ku xwerêveberî rêveçûneke demokrasiyê ye. Fîdan destnîşan kir ku daxwaza xwerêveberiyê asta têkoşîna demokrasiyê ya Kurdan radixe pêş çavan.

Gerîla-nivîskar Tîmûr Fîdan ê 35 sal in di nava refên PKK'ê de ye diyar kir ku xwerêveberî rêveçûneke demokrasiyê ye. Fîdan destnîşan kir ku daxwaza xwerêveberiyê asta têkoşîna demokrasiyê ya Kurdan radixe pêş çavan.

Fîdan xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatine ragihandin nirxand û anî ziman ku têkoşîna aştî û demokrasiyê a li Tirkiyeyê dimeşe; li dijî paradîgmaya înkar, tinekirin û teslîmgirtinê, têdikoşe.

Fîdan ragihand ku demokrasiya li Tirkiyeyê bi qasî ku nikaribe beyana vînê ya gelê Kurd hilgire, qels e û got, "Li Tirkiyeyê vîna dewletê di ser her tiştî re ye. Neçar e her tiştî li gorî xwe bi rêk û pêk bike. Demokrasî ji aliyekî ve tê wateya jiyana bi vîn û xwegihandina civakê ya li wekheviya cihêrengiyan e. Her kes vê yekê bilêv dike, lê dema yek radibe beyana vê vînê dike, her kes berjewendiyên xwe derdixîne pêş. Halbûkî beyana vînê berjewendiyeke madî dernaxîne pêş. Vîn bû biryara civakê ye, ku li ser çawaniya jiyana xwe werdigire. Lê belê çanda 'eger tu li gorî min nejî ez ê te tine bikin' serdest e. Meyla ku vê yekê weke mafekî xwe yê dîrokî dibîne, ne tenê li Tirkiyeyê li tevahiya cîhanê bi awayekî bêperwa tê bicihkirin. Lewma, êrîşên li hemberî beyana vînê û xwerêveberiyan, qelsiya aliyê Tirkiyeyê yê demokratî nabe, nîşan dide.

Xwerêveberî rêveçûneke demokrasiyê ye. Ji xwe, ji bilî xwerêveberiyê demokrasî bi çi rengî dikare bê pênasekirin? Demokrasî xwerêveberî ye, bûyîna xwedî vîn e. Xuyaye di navbera pênasekirinên me yên li ser demokrasiyê de cudahiyên cidî hene. Dema di pênaseyê de cudahî hebin, di pratîkê de jî rewşeke cuda derdikeve holê. Gel dibêje xwerêveberî, lê EW dibêje yek dewlet. Halbûkî ti eleqeya xwerêveberiyê bi yek dewleta te nîne. Ji ber ku xwerêveberî rêveberiyeke dewletê, dewletbûyîn nîne. Bila dewlet li şûna xwe be. Ti karê xwerêveberiyê bi dewleta te re nîne. Ew tevlî karê te nabe. Lê belê dewlet tevlî hemû karên wê dibe. Di mijara xwerêveberiyê de têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî şaş tê nîşandan. Pirsgirêka bingehîn jî di vir de ye."

'XWERÊVEBERÎ JI ALIYÊ PKK'Ê VE NEHAT AFIRANDIN'

Fîdan da zanîn ku ji aliyê dewleta Tirk û hin derdorên cuda ve rastiya xwerêveberiyê berevajî tê nîşandan û got, "Dibêjî qey xwerêveberî ji aliyê Kurdan, ji aliyê PKK'ê ve hatiye afirandin û rêbazeke rêveberiyê ya wan e. Eger ji nava Kurdan daxwaza xwerêveberiyê tê, ev yek asta çand û têkoşîna demokrasiyê ya Kurdan radixe pêş çavan. Xwerêveberî mijara nasnameyeke neteweyî yan jî rêbaza çareseriya pirsgirêkek etnîkî nîne. Gelo nezaniyek di vê astê de pêkan e? Xwerêveberî şêweyeke jiyanê ye. Bicihanîna demokrasiyê ye. Di nava xwerêveberiyê de hemû cihêrengî bi awayekî azad û wekhev dijîn. Pirsgirêk ew e ku dewlet vê yekê weke rewşek li dijî pêşeroja xwe dibîne û bi terora dewletê re hewl dide vînê înkar bike, tine bike û teslîm bigire. Mixabin dînamîkên demokrasiyê û entelektuelên li Tirkiyeyê jî di vê mijarê de xwedî agahî nînin. Bêguman divê rewşa wan a kêmmayî ya di vî warî de were rexnekirin. Lê belê, yên xebatên ji bo xwerêveberiyê dimeşînin, ji aliyê teorîk, akademîk, pratîk û têkiliyan ve, di warê xwe bilêvkirinê de kêm mane. Zêde nadin nîqaşkirin û li derdorê belav nakin."

'DEWLET HEWL BIDE TERORÊ BIMEŞÎNE, WÊ KOLAN BI BENDAN WERIN PARASTIN'

Fîdan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Eger li Tirkiyeyê wê guhertineke rejîmê bê kirin, ew jî divê rejîma demokrasiyê be. Û ew demokrasî jî bi xurtkirina xwerêveberî, rêveberiya xwecihî yan jî rêveberiyên di cih de, dibe. Xwerêveberî xwe naspêre bendewariyan. Bi avakirin û afirîneriyê bi cih tê anîn. Bi xwerêveberiyê re Kurdan îlan kirine ku ew alîgirê aştî û demokrasiyê ne. Ji aliyekî ve mirov dikarin bêjin bersivek pratîkî ji bo mutabaqata Dolmabahçeyê ye. Xwe dispêre ruhê wê. Ji bo Kurdan mutabaqata Dolmabahçeyê asteke paradîgmayî ye. Bi wî rengî tê fêmkirin. Xwerêveberî bersiva ji vê re ye. Xwerêveberî ji bo tevahiya Tirkiyeyê ye. Xwerêveberî ne parçebûneke, projeyeke jiyana wekhev û biratiyê ya hemû cihêrengiyan e. Xwerêveberî bi tenê bi xwendina belavokê re nayê îlankirin. Divê bi wî rengî neyê dîtin. Eger dewlet biryarê bide ku li hemberî vê terorê bimeşîne, bêguman wê kolan bi bendan werin parastin. Çîroka bendan jî ev e. Xwerêveberî rêbaza jiyana demokratîk e. Girîng e nîqaş ji vir destpê bike. Nîqaşa li Amedê li ser xwerêveberiyê hat meşandin girîng û pêwîst bû. Pêwîste pêl bi pêl belav bibe û civakan ronî bike. Ev têkoşîna demokrasiyê û guhertina paradîgmayê ye. Eger li ser vê zemînê nîqaş were meşandin, wê encam jê derkeve."

...