'Xwerêveberî radestkirina mafê hatiye talankirin e'

Namzetê HDP'ê yê Parlamenteriyê yê Wanê Nadîr Yildirim diyar kir ku bijarteyeke rêveberiyê, maf û vîna rêvebirinê ya civakê talan kiriye û anî ziman ku xwerêveberî tê wateya radestkirina vî mafî ji civakê re.

Namzetê HDP'ê yê Parlamenteriyê yê Wanê Nadîr Yildirim, rewşa li Kurdisatn û Tirkiyeyê, pêvajoya hilbijartinê û ragihandina xwerêveberiyê ji ANF'ê re nirxand.

'AKP JI BO NEYÊ DARIZANDIN, BI DÎNÎTÎ ÊRÎŞ DIKE'

Yildirim bal kişand ser têkçûna AKP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de û got, "Desthilatdariya AKP û Qesr, ji bo ji sûcên heta niha kirine neyên darizandin, bi dîtînî êrîşî hemû pêkhateyên civakê dikin. Êdî derdê wan ê yekane, rizgarkirina xwe ye. Lewma tiştekî ku ew bidin civakê nemaye."

Yildirim da xuyakirin, ku hêza li dijî vî şerê desthilatdariyê li ber xwe dide û ji hemû beşên civakê destekê dibîn HDP ye û da zanîn ku HDP û bernameya wê danî holê, di nava civakê de rê li ber hêvî û sînerjiyekê vekir. 

Yildirim destnîşan kir ku HDP'ê destketiyên cidî afirandiye û got, "Ji bo em nîşan bidin ku di dîktatorî nikare bi zora çekê li ser desthilatdariyê bimîne, hilbijartinên 1'ê Mijdarê girîng e. Ji aliyê civaka me ve baş hat dîtin, ku zîhniyeteke ji bo pêşeroja xwe gel ber bi zinêr ve dehf dide, îşkenceyê li cenazeyan dike û goristanan bombe dike, xeteriyeke mezin e. Ji bo qedandina vî şerî, ji bo avakirina jiyaneke azad, girîng em serketina xwe ya di 7'ê Hezîranê de dane destpêkirin, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de hîn bi xurtî bibin serî. Di 7'ê Hezîranê de me ew ji desthilatdariyê danîn xwarê, di 1'ê Mijdarê de jî em ê wan biavêjin ser sergoyê dîrokê."

'GELÊ KURD WÊ BÊSTATUMAYÎNÊ QEBÛL NEKE'

Yildirim di dewama axaftina xwe de ragihand ku êdî li Tirkiyeyê ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî girîna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li holê, têkoşîneke 40 salan a gelê Kurd heye. Destketî û realîteyên bi vê têkoşînê re li Tirkiye û Rojhilata Navîn derketine holê, hene. Siparteya bingehîn a ku ev realîte xwe dispêrê ew e; ku gelê Kurd wê êdî bêstatumayînê qebûl neke. Tercîha tevgera Kurd, çareseriya pirsgirêkê bi rêyên demokratîk û muzakereyê ye. Ji sala 1993'an û vir ve tevgera Kurd gelek caran biryara agirbest û bêçalakîtiyê wergirt û bi vî rengî şens pêşkêşî çareseriya bi muzakereyê kir. Niha jî rewşeke bêçalakîtiyê heye."

'XWERÊVEBERÎ RADESTKIRINA MAFÊ CIVAKÊ YE'

Yildirim ji bo çareseriya pirsgirêkê jî bal kişand ser îlanên xwerêveberiyê yên li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê hatine ragihandin û di vî warî de ev nirxandin kir:

"Xwerêveberî ji xwe di rêziknameya partiya me de heye. Weke partî, em xwerêveberiyê ji bo çareseriya pirsgirêka azadiyê, pirsgirêkên sosyo-ekonomîk, çandî, civakî û hemû pirsgirêkên din weke projeya çareseriyê dibînin. Xwerêveberî ji aliyê dîrokî û civakî ve xwedî paşerojeke kûr e. Civak, gel bi hezaran salan jiyana xwe bi xwerêveberiyê meşandine. Lê belê bi derketina dewletê, bi taybetî jî netewe dewletê re, bijarkeke rêveberiyê rabû maf û vîna xwerêveberiyê ya civakan talan kir, ji wan stend.

'XWERÊVEBERÎ PROJEYA PÊŞEROJÊ YA MIROVAHIYÊ YE'

Xwerêveberî, radestkirina vî mafê hatiye talankirin ji bo civakê ye. Lewma, tevgera Kurd xwerêveberiyê ne tenê ji bo Kurdan dixwaze. Ji bo hemû gelên ji aliyê dewlet, netewe dewletê ve mafên wan hatine binpêkirin û li derve hatine xistin, yanî ji bo tevahiya mirovahiyê dixwaze. Xwerêveberî projeya pêşeroja mirovahiyê ye. Mekanîzmaya dewletê pirsgirêkan çareser nake, berevajî pirsgirêkan diafirîne û kûrtir dike. Li gelemperiya cîhanê rewş bi vî rengî ye. Niha, li hemberî vê mekanîzmaya ku pirsgirêkên civakê çareser nake û bûye belayê serê civakê, tevgera siyasî ya Kurd alternatîfeke nû pêşkêş dike. Li ti devera cîhanê êdî navendîparêzî û yekparêzî nayê qebûlkirin. Cîhana Rojava ku afirînerê netewe dewletê ye, di roja îro de bi rêbazên mîna Yekîtiya Ewropayê hewl dide xwe ji van pirsgirêk û krîzên mekanîzmaya netewe dewletê rizgar bike. Xwerêveberî jî tê wateya parçekirina desthilatdariyê û belavkirina erkê li herêman. Mirov êdî naxwazin biryarên li ser dibistan, nexweşxane, park, av û kanalîzasyonê li Enqereyê bên wergirtin û bi salan neyên çareserkirin. Mirov dixwazin hemû pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin û li ser pêwîstiyên xwe yên jiyanê bi xwe biryarê bidin. Ji bo vê jî xwerêveberî divê.

'XWERÊVEBERÎ LI KURDISTANÊ BÛ MORAL Û HÊVÎ'

Ji ber vê yekê xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatine ragihandin, di nava gel de rê li ber hêvî, bendewarî û moraleke mezin û cidî vekiriye. Civak bi awayekî cidî xwedî li xwerêveberiyê derket. Dewleta Tirk bi awayekî cidî êrîşî xwerêveberiyan kir. Xwest vê projeyê bifetisîne. Tevî hemû êrîş û hewldanên şikandinê jî xebatên avakirina xwerêveberiyê li gelek deveran dewam dike. Em çareseriya pirsgirêkên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn di vê projeyê de dibînin, lewma destekê didin xwerêveberiyan û xwedî li wan derdikevin."