Xizmên windayan hesab ji dewletê xwestin
Şaxên ÎHD'ê û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, li Amed, Êlih, Geverê û Cizîrê çalakiyên xwe yên Şemiyê berdewam kirin.
Şaxên ÎHD'ê û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, li Amed, Êlih, Geverê û Cizîrê çalakiyên xwe yên Şemiyê berdewam kirin.
Şaxên ÎHD'ê û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, li Amed, Êlih, Geverê û Cizîrê çalakiyên xwe yên Şemiyê berdewam kirin. Malbatan di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Tekdag û Ali Tekdag ên di bin çavan de hatin windakirin pirsîn.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan ên Amedê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 346'an de li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu kom bûn û çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD, xizmên windayan amade bûn. Sekreterê ÎHD'a Amedê Abdulselam Înceoren, xwest demek berî demekê kujer bên dîtin û darizandin û wiha got: 346 hefte ne em aqûbeta windayan dipirsin. Lê hê ti gav nehatiye avêtin. Di sala 1993'an de li ser rêya Farqîn û Amedê Mehmet Tekdag û di sala 1994'an de li ser heman rêyê Alî Tekdag hatin binçavkirin û windakirin. Ji wê demê heta niha agahî ji wan nayê girtin.
Çalakvan, piştî daxuyaniyê ji bo winda bên dîtin 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û belav bûn.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan bi heman armancê di hefteya 77'an de li Kolana Hunerê ya Geverê çalakiya xwe berdewam kirin. Girsê di çalakiyê de wêneyên windayan hilgirtin. Nûnerên saziyên sivîl û gelek esnaf u welatiyan jî piştgirî dan çalakiyê. Xizmên windayan qurnefil li beşdarên çalakiyê belav kirin û daxuyanî dan. Çalakvanan vê hefteyê çîroka Munîr Saritaş ê di 27'ê Îlona 1995'an de li gundê Alyava bi işkenceyê hat qetilkirin pirsîn. Di çalakiyê de birayê Munir Saritaş Welat Saritaş, çîroka birayê xwe vegot û wiha got: "Munir Saritaş li Gundê Alyava li gel Abdulkerim Yurtseven û Mugdat Ozeken ji aliyê leşkerên girêdayî Fermandariya Tabûra Komandoyên Çiyê ya Geverê Mehmet Emin Yurdakul ve hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin. Îtîrafkar Kahraman Bilgiç li dozgeriyê îfade da û diyar kir ku Fermandar Mehmet Emin Yurdakul Abdulkerim Yurtseven ji maşînê avêt û kuşt û Münir Saritaş û Mugdat Ozeken jî birin poligonuna nîşangehê û bi guleyan kuştin. Saritaş, xwest Mehmet Emin Yurdakul bê darizandin û cezakirin.
Çalakvan, piştî daxuyaniyê ji bo winda bên dîtin 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û belav bûn.
ÊLIH
ÎHD û xizmên windayan di hefteya 345’emîn de bi slogano “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin” li ber Abîdeya Mafê Mirovan a cadeya Gulîstanê hatin cem hev. Di çalakiya ku wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin de Rêveberê ÎHD’ê Masut Aydin axivî û wiha got: “Her hefteya ku derbas dibe dayikên ku bihêviyan derdikevin kolanan hê jî der barê aqûbeta canên xwe yên windakirine de agahî negirtine. Hê jî ‘dewleta me ya biqudret’ der barê aqûbeta kesên ku di bin çavan de hatine windakirin, bûne qurbanê kuştinên kiryar nediyar de ti îzah nedaye Dayikên Şemiyê ku hesabê xizmên xwe dipirsin.”
‘DEWLET DIXWAZE LEŞKERÊN WÎ BIMIRIN’
Aydin bal kişand li ser girtina mertalên zindî yên li Sasonê ku di nav de hevsarok jî hebûn û ev tişt anî ziman: “Li ti deverê cihanê yên ku hatine tayînkirin ji yên hatine hilbijartin jortir nînin. Di rastiya Tirkiyeyê de jî yên hatine tayînkirin, ên hatine hilbijartin wekî dijmin dibînin û şerekî girseyî dane destpêkirin. Di lêgerîna heq a demokratîk de mertalên zindî yên ku ji bo ne leşker ne jî ne jî gerîla bila nemirin canê xwe kirine mertal ti caran nehatine astengkirin, nehatine binçavkirin û girtin. Li Sasonê hevşaredar, rêveberên HDP û DBP’ê yên ku ji bo rawestandina pevçûnan çûne qeda şer beriya cejnê hatine girtin. Ev yek tê wateya ku dewlet dixwaze leşkerên wî bimirin.”
Aydin bal kişand li ser êrîşên ku li Kurdistanê li dijî gel pêk tê jî û nirxandina “Li hin deverên Kurdistanê li dijî gel pêk tên gihîşt navçeya Elkê û ji kesên wê derê agahî negirtin tê wateya ku hê jî polîtîkaya şer a dewletê di dewreyê de ye. Ew dibêjin ku qey ev ilma ku pêk tînin wan bêhtir xurt bike. Qey dibêjin gelên Tirkiyeyê li dijî van qatlîaman bêdeng bimînin.”
Aydin herî dawî wiha got: “Bila ji bîr nekin; Dayikên Şemiyê çawa ku piştî ku Kenan Evren mir jî li ser piyan in, heka li van qadan in, hêj lêgerîna xwe ya edaletê didomînin ew ê jî di rûpelên qatlîamê yên di dîrokê de cihê xwe bigirin. Yên ku dê her tim hebin lêgerînerên edelatê bin.”
Piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê ya bêdegn pêk hat.
ŞIRNEX
Dayikên Şemiyê li Cizîrê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin hatin cem hev vê hefteyê jî aqûbeta Mehmet Omeroglu û Ahmet Şayik ên li gundê Dorukluyê hatin binçavkirin û windakirin pirsîn.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê Dayikên Şemiyê vê hefteyê cara 351’emîn ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di salên 90’an de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin bi şîara “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin” hatin cem hev û li kolana Hunerê çalakî li dar xistin. Malbatên ku di 4-12’ê îlonê de 21 xizmên wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qitilkirin jî bi wêneyên xizmên xwe ve tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Nûnere ÎHD’ê yê Cizîrê Abdulkerîm Pusat axivî û diyar kir ku li Kurdistana ku qatlîam tê jiyîn di du mehên dawî de şer careke din hatiye gurkirin û nirxandina “Li ser van qatlîaman 21 welatiyên ku di demên dawî de hatin qetilkirin jî zêde kirin. Ev malbatên me yên ku ligel tên qetilkirin jî aştiyê diqêrin hê jî dixwazin qêrîna wan bê bihîstin” kir.
Piştre jî çîroka windakirina Mehmet Omeroglu û Ahmek Şayik ên ku di 7’ê çileya 1994’an de dema ji Deriyê Sînor ê Xaburê vedigeriyan û ji aliyê leşkerên di wesayîtekî sivîl de hatin rawestandin û careke din ji wan agahî nehat wergirtin hate vegotin. Pusat bilêv kir ku li gorî vegotinên şahidên bûyerê Omeroglu û Şayik ji aliyê leşkerên k udi nav de binefserê bi navê Bîlal jî di nav de ne û di wesayîta bi plaqe 34 reno ve hatin rawestandin û ew birin lê piştî wê rojê heta niha ji wan agahî nehatiye wergirtin.
Piştî axaftinan xizmên windayan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn.