Endamên Meclîsa Giştî ya BDP’ê ya Mêrdînê û rêvebera navçeya BDP’ê ya Şemrexê Emanet Eneş ku di meşa li Şemrexê de polîsan êrîş kir de û ji serê xwe birîndar bû divê 48 saetan di unîteya lêngerîna bênavber be û hate hînbûn ku xeteriya jiyana wî didome.
Li navçeya Şemrexê ya Mêrdîn duh êvarê li ber girtîgehê bi armanca ku balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên bê dem û dorneveger, welatiyan xwestin meşekî heta ber avahiya AKP’ê pêk bînin. Lê polîsan êrîşê girseyê kir.
Welatiyên li qada Cumhuriyetê rasî êrîşa polîsan hatin, di meşa xwe de israr kirin û polîsan bi bombeyên gaze êrîş kir. Bombeya gaze li serê endama meclisa giştî ya Mêrdînê û rêvebera navçeya BDP’ê ya Şemrexê Emanet Eneş kir. Eneşa ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewltê ya Şemrexê û piştî vê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Eneşa ku li beşa Cerrahiya Mêjî emeliyet bû 48 saeta dive di beşa lênerîna bênavber be. Hate hînbûn ku rewşa Eneş pir cidiye û xeteriya jiyana wê didome.
Li aliyê din Kadrî Akkuş û Hamdullah Ozkan ku di dema pevçûnê hatin binçavkirin li midûriyeta polîsan a Şemrex tên ragirtin.