Xebatkarên Stêrk TV Denîz Firat bibîr anîn
Li ser navê xebatên Stêrk TV daxuyaniyek hat weşandin û rojnamevan Denîz Firat a di 8'ê Tebaxa 2014'an de ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn.

Di daxuyaniyê de hat bibîxistin, ku Denîz Firat dema berxwedana mezin a wargeha Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) dişopand jiyana xwe ji dest daye û hat gotin, "Denîz, tevî hemû şert û mercên zor û zehmet, şerê li dijî çeteyên faşîst ji nêz ve şopand. Dîmen û agahiyên destpêkê di serî de ji medyaya Kurd, ji hemû dezgehên çapemeniyê re radigihand."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Denîz Firat bi wê jîrbûna xwe bû dengê hemû televîzyon, ajans, radyo û rojnameyên çapemeniya azad. Hevala me Denîz, salên dûr û dirêj ket pey şopa heqîqetê, bi eşq û hezkirineke mezin rastî ji raya giştî re ragihand. Hevrê Denîz Firat, bi têkoşîn û evîna xwe ya heqîqetê bû şopdara Gurbetelî, Şîlan Aras, Zîlan Pepûle û Sarya Onuran. Em weke xebatkarên Stêrk tv di 1. salvegera şehadeta Denîz de hemû şehîdên çapemeniya azad bi hurmet bibîr tînin û diyar dikin ku em ê pênûsa Denîzan li erdê nehêlin."